Mihemed Mustafa li Ramallahê daxuyanî da çapmeniyê û got: "Ev birçîbûn ne karesateke xwezayî ye, ew sûcekî bi zanebûn li dijî mirovahiyê ye. Bêdengî şirîkatiya vî sûcî ye."
Serokwezîr ji bo pêşîgirtina li mirina zarokana ji ber birçîbûnê bang li wijdanê cîhanê kir: "Nehêlin xwarin û av bibin çekên şer û kontrolkirinê."
Îsraîlê ji 2’ê Adara 2025’an vir ve hemû alîkariyên mirovî yên bo Xezeyê asteng dike. Her çendî hikûmeta Tel Avîvê îdîa dike ku li Xezeyê krîzeke mirovî tune ye û dibêje armanca dorpêçkirinê ew e ku Hamasê neçar bikin ku rehîneyan serbest berde. Lê Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên sivîl bi hefteyane hişyariya birçîbûnê dikin.