Li Dûisbûrgê şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrg; şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrg; şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê di kesayeta kadroyên pêşeng ên PKK’ê ku di 14’ê Tîrmehê de di berxwedan Rojiya Mirinê de jiyana xwe ji dest dabûn û Fermandar Feysel Ebû Leyla, şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn. Di salona NCKDD’ê de bîranîn hate lidarxistin, malbatên şehîdan, siyasetmedarên Kurd jî di nav de nêzî 200 Kurdistanî beşdar bûn.
Bîranîn bi rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de Hevserokê NCKDD’ê Mûnsûr Aslan û her wiha siyasetmedarên Kurd û nivîskar Omer Alî jî axivîn.
Di bîranînê de xizmên endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Taha û Mehemed Şerîf Mûhamed ên ku di azadkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabûn jî axaftin kirin.
Di bîranînê de sînevziyoneke li ser jiyan û têkoşîna Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla jî hate pêşandan. Herî dawî bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bîranîn bi dawî bû.