Li Dusseldorfê hezaran azadiya Ocalan qîr kirin
Di serî de Elmanya, nêzî 10 hezar ciwanên Kurd ên ji gelek welatên Ewrûpayê hatin bajarê Dusseldorfê, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek li dar xistin.
Di serî de Elmanya, nêzî 10 hezar ciwanên Kurd ên ji gelek welatên Ewrûpayê hatin bajarê Dusseldorfê, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek li dar xistin.
Ciwanên Kurd, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meşek li dar xistin. Di meş û mîtîngê de ku nêzî 10 hezar kes tevlî bûn, li dijî faşîzmê banga mezinkirina berxwedanê hate kirin.
Di serî de Elmanya, nêzî 10 hezar ciwanên Kurd ên ji gelek welatên Ewrûpayê hatin bajarê Dusseldorfê, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek li dar xistin. Meşa di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan de hate lidarxistin, bi dirûşmeya “Ruhê Ciwantiyê Ruhê Xweseriye, Ruhe Xweseriyê Jî Azadiya Rêber Apo ye” hate lidarxistin.
Çalakiyê danê sibehê ji ber avahiya Sendîkaya DGB’ê ya li bajarê Dusseldorfê destpê kir. Di meşê de ku bi pêşengiya Ciwanên Azad pêk hat, li gel ciwanên Kurd, ciwanên ji tevgerên çep ên Tirkiye û Elmanya jî amade bûn.
Ciwanan wêne û alên Ocalan, PKK, KCK, YPG, Komalên Ciwan, Mazlûm Dogan, Che Gûevara hildan, ji ber stasyona tranê ya li navenda bajarê Dusseldorfê dest bi meşê kirin. Piştî meşê ku dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Li Dijî Faşîzmê Mil Bi Mil” hatin berzkirin, li ber Parlamentoya Eyaletê ya NRW’ê mîtîngek hate lidarxistin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevseroka KCDK-E Yuksel Koç, Bokskerê Kurd Îsmaîl Ozen, Lîstikvanê Amed Sporê Denîz Nakî û gelek kes tevlî mîtîngê bûn. Di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Doganê de li tîm û lîstikvanên fitbolê xelat hatin belavkirin.
‘EWRÛPA JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BÊDENG MAYE’
Koordînasyona Ciwanên Azad peyamek ji meşê re şand, bal kişand ku modernîteya kapîtalîst bi mêtina gelan re mijûl e, ev got: “Modernîteya Kapîtalîst, di sedsala 21. de kolekirina civakê, li tevahî cîhanê berbelavbûn û kûrkirina gerdûnîbûnê, şer li xaka Rojhilata Navîn berfirehkirinê, ji van axan dizîna dewlemendiyan û xîzankirina gelan pêş dixe. Em dizanin ku ev polîtîkayên qirêj ên digihêje beriya Lozanê, herî zêde gelê Kurdistanê bandor kiriye. Ji duh heta îro, gelek siyasetên qirêj li ser gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê tê meşandin. Îro, hikûmeta AKP’ê li ser axa Kurdistanê bi zihniyetekî faşîst zarokan qetil dike, laşên jinan teşhîr dike, cenazayên hevalên me yên ciwan tînin asta ku neyên naskirin, siyaseta xwe ya qirêj pêk tîne. Ewrûpa û NY jî bi esasgirtina berjewendiyên xwe li beramberî vê bêdeng mane.”
‘EM BANG DIKIN KU CIWAN XWE TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BIKIN’
Ciwanên Azad di daxuyaniya xwe de bal kişand ser helwestên komkuj ên Erdogan û domand: ‘’Li hemberî hişmendiya faşîst a Erdogan ku bi komkujiyan bersiv da daxwazên xwerêveberiyên gel em ê li her deverê xwe birêxistin bikin, aliyê xwe yê têkoşînê nîşan bidin û li hemû devletên navntewî û hêzên hegemonîk ku li hemberî van komkujiyan bêdeng in jî şer ji xwer bikin esas. Em weke ciwanên Kurdistanê li hemberî jiyana ku kapîtalîzma Ewrûpa li me ferz dike, li hemberî jiyana ku me dipişivîne, takekes dik û hemû sepanînên wê aliyê xwe yê berxwedanê li qadan, bi gerîlabûna li Kurdistanê û bi tevlêbûna YPS’ê nîşan bidin ku berxwedêr ne tenê ne. Weke canfidayên Rêbertiyê ku ciwanên Kurdistanê tênê heyinê bi armanca ku azadiya fizîkî ya Rêbertiyê pêk bînin, wê ji xwe re deyn bibîne ku di nav refên berxwedanê de cihê xwe bigirin.
Dîroka PKK’ê dasta serkeftinê ye. Tim û daîm daye ber xwe ku berjortir bibe û ti caran qîma xwe bi serkeftinên heyî neaniye. Em wekî ciwanên Apoyî bi dirûşma , ‘’li her deverê berxwedan û têkoşîn’’ em ê azadiya Rêbertiyê ji xwe re esas bigiri û heya dawiyê bibin şopgerên Andokan, Êrîşan, Nûdayan ku heya dawî berxwedana xwerêveberiyê parastin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên li Ewrûpa û enternasyonalîst dikin ku bersiv bidin vê berxwedanê.’’
‘CIWAN DESTANÊN NÛ DINIVÎSIN’
Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç jî di axaftina xwe de polîtîkayên dij Kurd ên Elmanya rexne kir û got, ‘’Dewleta Elman ji mêj ve ye ku li Bakur, li Rojava bi mêtingeran re li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê disekine. Dewleta Elman êdî divê dev ji vê polîtîkaya xwe ya kirêt berde. Em meşa ciwanên Kurd slav dikin. Dewleta Elman niha 11 siyasetmedarên Kurd girtine. Divê dawî li van kirinan bîne. Wekîlê HDP’yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî bal kişande ser berxwedana Kurdistanê û wiha got, ‘’Îro li çiyayên Kurdistanê, li deşt, bajaran ciwanên Kurd di dorpêça zilm û mêtingeriyê de têkoşîneke mezin didin. Dastanên lehengiyê dinivîsin. Ev leheng gav bi gav li ber xwe dan û serê xwe ji faşîzmê re netewandin. Canê xwe dan. 12’ê Îlonê li zindana Amedê Mezlûm, Ferhad, Xeyrî, Kemal li hemberî Esat Oktay Yildiran serê xwe ne tewandin û alaya berxwedanê hildan. Îro jî şagirtên wan li hemberî Erdogan serê xwe natewînin. Em ê li ber xwe bidin û şehîd bikevin. Îro ciwan li Rojhilata Navîn li dijî DAÎŞ’ê mirovahiyê diparêzin. Ciwanên Kurd temînata mirovahiyê ne. Ciwanên Kurd jiyana nû diparêzin. Ji bo vê jî dastanên lehengiyê dinivîsin û dîsa romana lehengiyê dinivîsin.’’
‘CIWANÊN KURD NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIPARÊZIN’
Bokskerê Kurd Îsmaîl Ozer anî ziman ku ciwanên Kurd ji bo demokrasî û azadiyê li kolanan têdikoşin û wiha pê de çû: “Ji Mazlûm Dogan heta Huseyîn Çelebiyan me gelek berdêlên bi hêja dane. Tiştê ji bo min herî bi nirx û pîroz e ku îro ciwanên Kurd ji bo rêxistinkirin û demokrasiyê têdikoşin. Ciwanên Kurd ji bo azadî, mirovahiyê û edaleta mirovahiyê berdêlên pir giran didin. Tişta ku ez ji we daxwaz dikim; ti dem û kêliyan ji van nirxan dûr nekevin û xwedî lê derkevin. Li Rojava têkoşîna ciwanên Kurd a li hember DAIŞ’ê li tevahî cîhanê rastî eleqeyeke pir mezin tê. Hemû mirovên cîhanê mînetdarên têkoşîna ciwanên Kurd in. Ev ji bo me kêfxweşî ye. Pêşniyara min ji bo we; siyasetê bikin, bibin xwedî pîşe, bi werzîşê re eleqedar bibin, xwedî li Kurdbûna xwe derkevin. Xwedî li Rojava, Sûr û Cizîrê derkevin.”
Ozer dewletên Ewrûpa yê jî rexne kir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ciwanên Kurd îro li hember dijminê mirovahiyê şer û têkoşînê dikin. Li gorî berjewendiyên takekesî li ber xwe nadin. Îro dewleta Tirk bost bi bost xaka Kurdistanê bombe dike. Li jêrzemînan mirovahî şewitandin. Gelek belge hene ku têkiliya Tirkiye û DAIŞ’ê didin nîşandan, lê di her kêliyê de Erdoagan û hikûmeta AKP’ê vê red dikin. Cîhan van têkiliyan tevahî dibîne. Cihê we ne li gel Erdogan e, cihê we li gel Kurdan û ciwanên Kurdan e.”
Piştî axafinan di çarçoveya Festîvala Spor û Çandê ya Mazlûm Dogan de herî dawî 8 tîmên fitbolê yên ku li gelek herêmên Ewrûpa beşdarî tûrnûvaya fitbolê bûne, li bajarê Dusseldorfê hatin pêşberî hev. Li vir tîma Egîd Spor bû 1’emîn, 2’yemîn jî Werger Spor û her wiha 3’yemîn jî tîma Kurdîsche FC Bîessen bû. Ji aliyê Îsmaîl Ozen, Nakî Denîz û Faysal Sariyildiz ve kûpa hatin dayîn.
Mîtîng, bi xwendina helbestan, her wiha bi stranên hûnermend Îlkay Akaya, Serhedo, Rotînda û Koma Şehîd Welat ve heta derengiya şevê dewam kir.