Artêşa Iraqê 5 gundên din ji destê çeteyên DAIŞ'ê derxist
Operasyonên artêşa Iraqê li nahiyeya Giyarê dewam dike. Îro jî 5 gundên din li herêmê hatin rizgarkirin.
Operasyonên artêşa Iraqê li nahiyeya Giyarê dewam dike. Îro jî 5 gundên din li herêmê hatin rizgarkirin.
Artêşa Iraqê îro serê sibê gundên Ezebiye, Seran, Hekne, Cedale û Kirîdî yê li nahiyeya Giyarê ya ser bi Mexmûrê ji çeteyan rizgar kir.
Duh jî Balafirgeha leşkerî ya Giyarê ku navenda leşkerî ya çeteyên DAIŞ'ê bû û du gundên din hatin rizgarkirin. Balafirgeha Giyarê di sala 2003'an de ji destê Sedam hat derxistin û Amerîka wek navendek girîng ji bo şerê li Iraqê bikar anî. Di 2014'an balafirgeh bê ti şerekî radestî DAIŞ'ê hat kirin.
Giyarê bi 60 kîlometreyan li başûrê Mûsilê ye.