Agahiyên berfireh ên li ser plana sûîqesta li Demîrtaş derketin holê

Agahiyên berfireh ên li ser plana DAIŞ'ê ya sûîqesta li Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, wekîlên HDP'yî û hevşaredaran, ku ANF'ê di 13'ê Cotmeha 2015'an de ragihand, di dosyaya lêpirsînê ya komkujiya Enqereyê de derketin holê.

Agahiyên berfireh ên li ser plana DAIŞ'ê ya sûîqesta li Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, wekîlên HDP'yî û hevşaredaran, ku ANF'ê di 13'ê Cotmeha 2015'an de ragihand, di dosyaya lêpirsînê ya komkujiya Enqereyê de derketin holê. Derket holê, ku di vê plana sûîqestê de tevî Demîrtaş, wekîlên HDP'ê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî hedef hatine girtin.

Eşkere bûbû, di Tebaxa 2015'an de, ji bo sûîqestê li Demîratş bikin tîmek ji Sûriyeyê hatibû amadekirin. Li gorî nûçeya DÎHA’yê di belgeyên 'veşartî' yên di dosyaya têkildarî Komkujiya Enqereuê de derket holê ku amadehî hatibûn kirin ku êrîşê bibin ser Demîrtaş û Hevşaredarên DBP'yî.

Li gorî agahiyên ji jêderkên HDP’yî û PYD’ê ku digotin li hemberî Demîrtaş plana sûîqestê hatiye kirin û ev agahî di 5’ê Tebaxa 2015’an de Midûriyeta Emniyetê ya Enqerê hatibû agahdarkirin. Midûriyeta Îstîxbaratê ku têkildarî mijarê dixebitî, 10’ê Tebaxê nivîsek ji Midûrîyeta Şûbeya TEM’ê re şand. Di nivîsê de tê gotin der barê plana sûîqestê de tespîtên berbiçav nehatine kirin. Lê hatibû gotin, ji ber sedema rewşa Demîrtaş, daxuyaniyên ku di vê serdema dawî de da û şerê di navbera YPG Û DAIŞ'ê de dikare weke 'hedef were hilbijartin.'

WEKÎL Û KIŞANAK DI HEDEFÊ DE NE

Di nîşeyên agahdarkirinê de tê gotin ne tenê Demîrtaş Wekîlê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş, Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û wekîla berê ya Wanê aysel Tûglûk jî hedef hatine girtin. Di nîşeyên agahdariyê de tê diyar kirin piştî li Amedê kuştina endamê HUDA-PAR’ê Aytaç Baran, dihate payin ku navekî borî ji hêla Grûba Ilm a Hîzbullahê ve were kuştin. Di nîşeya agahdarkirinê de ku tespîta agahiyên bi vî rengî tê de hebûn, di serî de Demîrtaş bi armanca 'provakasyon'an êrîşên bi ser rêveberên paya bilind û wekîlan de dibe ku were kirin û rewşeke wiha wê rageşî û şer geş û kûtir bike.

AKP SERBEST BERDA BÛ

Di nîşeya agahdarkirinê de tê gotin piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê Grûba Ilim a Hîzbûllahê di avaniya rêxistinê de guhartin kiriye û xebatên 'legal' û 'îllegal' ji hev veqetandiye.

Di nivîsê de tê gotin heman avaniyê plansaziya girtin û lêpirsîna hin kesên nêzî PKK’ê jî kiriye. 

Hîzbullah bi kuştinên 'kiryar nediyar' yên li Bakurê Kurdistanê tê nasîn ku ji hêla dewletê ve hatibûne çekdarkirin.

AKP'ê di serdema dawî de 10 Hizbûllahiyên ku di plana sûîqestê de cih girtibûn û girtî bûn serbest berdan.