Li Ewropayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Li Elmanya, Hollanda û Awûstûryayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin.

Li Elmanya, Hollanda û Awûstûryayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin.

KÎEL: Li bajarê Elmanya Kîelê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajêr, saet di navbera 14:00-18:00 de kon hat vedan. Di çalakiyê de işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û têkildarî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike agahî hatin dayîn. Her wiha gelek belavok hatin belavkirin û pankartên bi nivîsa "Azadî ji girtiyên siyasî re", "Qedexeya li ser PKK'ê rakin", "Ji Ocalan re azadî, tecrîdê rakin" hatin vekirin.

DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollandayê çalakiya konê agahdarkirinê dewam dike. Di çalakiya li navenda bajarê Deh Haagê de, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelek belavok hatin belavkirin. Ji bo mirovên hatin serdana çalakiyê, li ser komkujiyên li Kurdistanê û rewşa Ocalan agahî hatin dayîn.

ÎNNSBRUCK: Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, çalakiyeke rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî li kolana Marîa Theressa ya li navenda bajêr pêk hat. Çalakgeran tîşortên bi nivîsa "Em tên kuştin" ê bi Elmanî nivîsandî li xwe kirin. Di vê çalakiya ku bi qasî saetekê dewam kir de gelek belavok hatin belavkirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.

...