ROJANE
Hemû Nûçe
-
Asli Erdogan hê li hucreyê ye
Endama Desteya Şêwirmendiyê ya Ozgur Gundemê û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan a ji aliyê dadgeriya Tirk ve hat girtin, li hucreya yek kesî tê girtin. -
Rojnameyeke nû dest bi weşanê kir
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî (Demokrasiya Azadîxwaz) li Tirkiyeyê dest bi weşanê kir. -
Greva birçîbûnê ya Êzidiyan a li ber CPT wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê bike
Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) îro dst bi greva birçîbûnê dike. -
Nobedarên PJAK'î: Ocalan hêviya aştiyê ya mirovahiyê ye
Nobeda Azadiyê ya li ber avahiya Konseya Ewropa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê welatparêzên ji Rojhilatê Kurdistanê ne. -
Tecrîd li Torîno hat şermezarkirin
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hat şermezarkirin. -
Komkujiya li Dîlokê li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin
Komkujiya li Dîlokê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin. -
Çeteyên DAIŞ’ê ji gundên Şehbayê gelek sivîl revandin
Çeteyên DAIŞ’ê ji 4 gundên herêma Şehbayê bi giştî 142 welatiyên sivîl ên ji hemû pêkhateyan revandine. -
Kaya û Kizilkaya hatin girtin
Gerînedeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundem Bîlîr Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya hatin girtin. -
Kizilkaya: Nûçeyên ku dezgehên din ên çapemeniyê naweşînin, em diweşînin
Midûrê Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya di parastina xwe de got; “Ji ber xwendevanên me dixwazin bûyeran ji hêla PKK û KCK’ê jî bibînin, em van nûçeyan diweşînin.” -
Ji bo Asli Erdogan ‘Nobeta Azadiyê’ hate destpêkirin
Ji bo nivîskar Asli Erdogan a girtî, “Nobeta Azadiyê” hate destpêkirin. Li vir Mûrathan Mûngan wiha axivî; “Hûn ji bo gurkirina şer çi dikin bikin, em dîsa jî li rex aştiyê cih bigirin.” -
Piştî bûyerên dawî Mesûd Barzanî wê biçe Enqerê
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi mebesta hin têkiliyan deyne wê biçe Enqerê. Tê payin ku Barzanî bi Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîrê Tirk Yildirim re hevdîtinê bike. -
Dosyaya komkujiya Roboskî çû DMME
Malbatên 34 kesên ku di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dayin, ji ber ku daraza Tirk ser komkujiyê digire, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. -
‘Wê çapemeniya azad û piştevaniya me bi ser bikeve’
Atilim û Ozgur Gundem: Çapemeniya azad ya hewl dide dengê doza wekhevî û azadî ya gelan gûr bike, bedelê wê çi dibe bila bibe wê bêdeng nebe, her tim wê bibe dengê bindestan. -
Kantonên Rojava: Kiryarê komkujiya Dîlokê hikûmeta Erdogan e
Koordînasyona Kantonên Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Dîlokê pêk hatî şermezar kir û got berpirsê komkujiyê Erdogan û hikûmeta wî ye. -
Kaya û Kizilkaya bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Bîlîr Kaya û Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
HDP: Pêwîst e deklerasyona KCK’ê heba nebe
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen: Em deklerasyona KCK’ê erênî dibînin û wek firsendekê jî pêwîst e ku bê nirxandin. Ji bo di pirsgirêka Kurd de atmosfereke aştiyane çêbibe divê ev bang heba nebe. -
YPG: Êrîşên rejîma Sûriyeyê û Tirk dewam dikin
YPG’ê diyar kir ku rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk êrîşî xaka Federasyona Bakurê Sûriyeyê dikin, ji ber van êrîşan jî hevalên wan Roza Botan û Qehreman Dêrik şehîd ketine. -
Meclîsa Leşekerî ya Cerablûsê avakirina xwe îlan kir
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs, avakirina xwe bi daxuyaniyekî ya çapemeniyê îlan kir. -
Şandeya HDP’ê ya Îmralî : Divê guh bidin banga KCK’ê
Şandeya HDP’ê ya Îmralî diyar kir ku divê hikûmet, dewlet û hêzên demokrasiyê guh bidin daxuyaniya KCK’ê û bi giringî li ser rawestin û got, ‘’Vê carê divê çareserî û muzakere nebe amûr.’’ -
Heyeta Îmraliyê daxuyaniyê dide çapemeniyê
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, têkildarî deklarasyona çareserî û muzakereyê ya KCK'ê pêr eşkere kir, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist. -
Dadgeriya Tirk biryar da pêveka 'Ozgur Gundem'ê bê hevdan
Terora dewletê ya li hemberî rojnameya Ozgur Gundemê dewam dike. Dadgeriya Tirk biryar da, pêveka 'Ozgur Gundem'ê ya rojnameya Atilimê jî bê hevdan. -
Cangoriyê Minbicê Dogan li Dusseldorfê hat bîranîn
Îzzettîn Dogan (Delîl Mereş) ê li Minbicê di pêngava rizgarkirina bajêr de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hat bîranîn. -
Li Marsîlyayê meşa ji bo azadiya Ocalan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. -
Li dijî terora AKP'ê berxwedana azadiyê bilind dibe -Selahattîn Erdem
Divê ti kes xwe nexapîne û neyê lîstika AKP’ê. Li Tirkiyeyê di bin rêveberiya rewşa awarte de ne derfeta siyaseta demokratîk û ne jî bikaranîna maf û azadiyan heye. Li dijî terora faşîst a rêveberiya rewşa awarte bi tenê rêya berxwedanê vekiriye. -
Alîkarê Musteşarê MÎT'ê çû Şamê
Tê gotin, alîkarekî Musteşarê Rêxistina Îstîsbarata Tirk (MÎT) Hakan Fîdan duh çû Şamê û hin hevdîtin kir.