ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çapemeniya dinyayê komkujiya sivîlan a Cerablûsê weke flash ragihand
Komkujiyên artêşa Tirk a bi mebesta têkbirina destkeftiyên Kurdan, li Rojava, di çapemeniya dinyayê de weke nûçeya flashê hate ragihandin. Di nûçeyan de tê gotin, Tirkiye bi taybetî YPG’ê hedef digire, YPG ya ku li dijî DAIŞ’ê bi hîkarî şer dike. -
Artêşa Tirk li gundê Sirêsat komkujî pêk anî
Artêşa Tirkiyeyê, piştî gundê El-Kûsa yê Cerablûsê û şûn de li gundê Sirêsat komkujî kir. Di êrîşê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. -
Tirkiye di ber Qirkirina Ermenan de şantaja Încîrlikê dike
Piştî krîza penaberan têkiliyên qirêjî yên hikûmetên Tirk û Elman ku ji rojevê nakevin, di ber Bargeha Încîrlîkê de li ser pêşnûmeya Qirkirin Ermenan bazar didomin. -
Di roja 6. a binçavkirinê de hevdîtina bi parêzeran re pêk hat
Di roja 6. de endamên ESP’ê û SGD’ê ku 23’yê Tebaxê hatibûn binçavkirin bi parêzerên xwe re hev dîtin. -
KCDK-E banga çalakiyan li Kurdên li Ewropayê kir
KCDK-E li hemberî dagirkeriya artêşa Tirk a li Rojavayê Kurdistanê û komkujiya li gundekî Cerablûsê kir, ku di encame de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, banga çalakiyan kir. -
TŞYG: Li Trabzonê 3 tîmên taybet hatin kuştin
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) da xuyakirin, ku di encama çalakiya hêzên wan a li navçeya Maçka ya Trabzonê de 3 polîsên tîmên taybet hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne. -
Fermandarê Giştî yê Zêrevanên Xabûrê jiyana xwe ji dest da
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Zêrevanên Xabûrê Basil Taliya (Akad) li Şedadê ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest da. -
Li Îzmîrê ev 5 roj in nahêlin ku sosyalîst parêzerên xwe bibînin
Endamên ESP’ê, SGD’ê yên ku li Îzmîrê 23’ê Tebaxê bi serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hê jî di bin çav de ne û nahêlin ku bi parezerên xwe re hevdîtinê bikin. -
Tecrîd li Swîsre û Fransayê hat şermezarkirin
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, berfireh dibin. Li Swîsre û Fransayê bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin. -
Tûncel: Dagirkirina Cerablûsê wê çareseriyê bêhtir bixitimîne
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel diyar kir, dagirkirina Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve, wê çareseriyê bêhtir bixitimîne. Tûncel hikûmeta AKP'ê hişyar kir û got, "derhal dest ji vê helweste xetere berde." -
Çalakgerên greva birçîbûnê hatin agahdarkirin
Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê, ku ji aliyê Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê ve hatiye destpêkirin û daxwaza hevdîtina bi Ocalan re û naskirina statuya Şengalê tê kirin, di roja 6. de ye. -
KCK: Rojeva me ya sereke tenduristî û ewlekariya Rêber Apo ye
KCK: Rojeva sereke ya tevgera me, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo ye... Heta em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê bi her şêweyî çalakiyan lidar bixin û xwedî li Rêberê xwe derkevin. -
Efserê Tirk Tarik Solak yek ji fermandarên mûxalefeta Sûriyeyê ye
Derket holê, Tirkiyeyê efserên xwe weke fermandar li nava komên ji wan re 'mûxalefeta Sûriyeyê' tê gotin, bi cih kiriye. Li gorî belgeyekê, efserekî artêşa Tirk ji koma çekdar a 'mûxalefeta Sûriyeyê' re weke fermandar hatiye wezîfedarkirin. -
Dagirkirina Cerablûsê li bajarên Amsterdam û Berlînê hat şermezarkirin
Dewleta Tirk a ku bajarê Cerablûsê yê Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, li bajarê Amstedam ê Hollandayê û li bajarê Berlîn ê Elmanyayê hat şermezarkirin. -
Şehîdên Rojava Herekol û Koçer li Goteborgê hatin bîranîn
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Polat Herekol (Mîhdî Şakir Ebdî) û Amara Koçer, ku çend roj berê li Minbicê şehîd ket, li bajarê Goteborg ê Swêdê hatin bîranîn. -
Çalakiyên ji bo Ocalan ên li Ewropayê dewam dikin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin. -
Li Kopenhag, Basel û Hagen ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li Paytext Kopenhag a Danîmark, bajarê Hagen a Elmanya û bajarê Basel a Swîsreyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Li Parîsê bi hezaran kesî tecrîd protesto kirin
Li paytext Parîs a Fransayê bi hezaran kes hatin cem hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan protesto kirin. -
Ji bo gireva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ji gelek welatan piştgiriya ziyaretê
Çalakiya gireva birçîbûnê ya li Strasboûgê ku bi armanca Şengalê di qada navnetewî û têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Ocalan agahî bigirin di roja 5. de bi ziyaretkigina gel dewam dike. -
Li Stockholmê dagirkirina Cerablûsê hate şermezarkirin
Dagirkirina Cerablûsê ya ji hêla dewleta Tirk ve li paytexta Swêd a Stockholmê ve bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin. -
Polîsa çalakiya protestokirina Cerablûsê asteng kirin
Çalakiya Eniya Demokratîka ya Kadikoy ji bo protestokirina dagirkirina Cerablûsê li pêşiya Peykerên Boga a Kadikoyê xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. -
Li Emmerîch meşa ji bo piştgirîkirina çalakiya li Strasboûrgê
Ji Emmerîch heta Klevyê li dijî tecerîd li ser Ocalan meş tên lidar xistin. Di meşê de piştgîr dan çalakiya li Strasboûrgê. -
Li Bremenê li dijî tecrîdê mîtîng
Li Bremenê li dijî tecrîda li ser Ocalan mîtîngek hate lidarxistin, hate xwestin ku têkoşîn were geşkirin. -
YPG: Derbên giran li çeteyan hate xistin; li Şehdadê herî kêm 108 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku di êrîşên berfireh ên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundê Azawî û qadekî berfireh a qasî 15 km dikeve Başûrê Şedadê de, herî kêm 108 çete hatin kuştin û rêjeyekî zêde cebilxane hate desteserkirin. -
KCDK-E: 3’yê Îlonê bi ruhê seferberiyê em li Kolnê bigihin hev
Kongreya Civika Demekokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) têkildarî ‘’Festîvala Demokrasî û Azadiya Bawerî û Gelan’’ ku di 3’yê Îlonê wê li Kolnê were lidarxistin daxuyaniyek da.