Cangoriyê Minbicê Dogan li Dusseldorfê hat bîranîn
Îzzettîn Dogan (Delîl Mereş) ê li Minbicê di pêngava rizgarkirina bajêr de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hat bîranîn.
Îzzettîn Dogan (Delîl Mereş) ê li Minbicê di pêngava rizgarkirina bajêr de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hat bîranîn.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Di merasîmê de jiyana şoreşgerî ya 25 salan a Îzzettîn Dogan (Delîl Mereş) ji aliyê malbatê û hevalên wî ve hat vegotin.
Li ser navê malbata Dogan Sonay Dogan peyivî û diyar kir, ew bi kekê xwe serbilind e û divê her kes bi şehîdan serbilind be.
Li ser navê KOMAW'ê Ahmet Aktaş jî di destpêka axaftina xwe de komkujiya li Dîlokê şermezar kir. Aktaş işaret bi girîngiya operasyona Minbicê kir û qala lehengiya şervanên azadiyê yên jiyana xwe feda dikin, kir.
Ji hevalên têkoşînê yên Îzzettîn Dogan Hêlîn Ehmed û Ferhat Dêrik jî axivîn.