Li Marsîlyayê meşa ji bo azadiya Ocalan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin.
Hejmarek ji Kurdistaniyan li bajarê Marsîlya li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Kurdistanî li navenda bajêr meşiyan û li meydana Vîeûx-Portê mîtîngek lidar xistin.
Di meş û mîtîngê de belavokên li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan hatin belavkirin. Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakî dewam bikin.