Kaya û Kizilkaya hatin girtin

Gerînedeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundem Bîlîr Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya hatin girtin.

Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnamya Ozgur Gundemê Zana (Bilir) Kaya û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya ku di 16'ê Tebaxê de di serdegirtina rojnameyê de hatin binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Heyeta dadgehê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û û "Propaganda rêxistinê kirine" biryara girtinê da. Rojnameger Zana Kaya û Înan Kizilkaya diyar kirin ku ew rojnameger in û karê rojnamegeriyê dikin û ji ber vê yekê dikarin cih bidin her fikr û ramanê û her rastiyê.

Rojnameger Kizilkaya û Kaya Şandin Girtîgeha Tîpa R a Metrisê