Ji bo Asli Erdogan ‘Nobeta Azadiyê’ hate destpêkirin

Ji bo nivîskar Asli Erdogan a girtî, “Nobeta Azadiyê” hate destpêkirin. Li vir Mûrathan Mûngan wiha axivî; “Hûn ji bo gurkirina şer çi dikin bikin, em dîsa jî li rex aştiyê cih bigirin.”

Ji bo Endama Desteya Şêwirmendiyê ya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê nivîskar Asli Erdogan a girtî, li ber Girtîgeha Jinê ya Tîpa L a Bakirkoyê “Nobeta Azadiyê” hate destpêkirin. Di çalakiyê nobetê de ku pankartên “Ozgur Gundem bêdeng nabe” û “Em hene” hatin hilgirtin, nivîskar Mûrathan Mûngan, Sema Kaygûsûz, Vîvet Kanettî, Seray Şahînler, Pinar Ogunç, Gerînendeyê Weşana Giştî ya rojnameya Agosê Yetvard Danzîkyan, Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê, Jinên Ji Bo Aştiyê, Kedkarên Tenduristiyê yên Ji Bo Aştiyê, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Ûgûr Guç, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû, xebatkar, xwendevanên Rojnameya Ozgur Gundemê û Dayika Erdogan Mîne Aydostlû amade bûn.

Di çalakiyê de ku dirûşmeya “Asli Erdogan ne bi tenê ye” hate berzkirin, destpêkê nivîskar wêjevan Mûrathan Mûngan axivî, diyar kir ku ne tenê ji bo Asli, ji bo tevahî rojnamevanên girtî li ber girtîgehê ne, wiha dewam kir: “Hûn ji bo gurkirina şer çi dikin bikin, em dîsa jî li rex aştiyê cih bigirin. Niha ji bo wêjevanekê ku ji bilî pênûsa wê tiştekî wê nîne, em li vir in. Li Tirkiyeyê em ji milekî di romana Kafka û milê din jî di hîkayeya Azîz Nesîn de dijîn. Bi awayekî trajîkomîk, rojnamevan û aştîxwaz têne girtin. Hewl tê dayîn ku mirovên yek tîp bafirînin.”

Mûngan ragihand ku di dîroka Tirkiyeyê de  serdemek wiha tarî nayê bîra wî û wiha axivî; “Asli niha daxwaza wê ew e ku em hemû ji niha hê bi hêztir bibin. Şansa me nîne ku em patika xwe reş bikin. Bêyî em zimanê wan baxivin, divê em têkoşîna xwe ya aştiyê domdar bikin.”

Mûngan destnîşan kir ku eger siberojek ronî li Tirkiyeyê hebe ew jî bi saya van mirovan e ku li vir kom bûne, wiha dewam kir: “Eger wê mirovên wek Asli dadgeh bikin, divê li 30-40 salên li dûv xwe hiştine binêrin. Nikarîbûn Pinar Selek bikin bombevan. Wê nikaribin ji Asli Erdogan jî ‘bombevana terorîst’ bafirînin. Me van senaryoyên xirab jî dîtin.”

Mûngan bi lêv kir ku dixwazin bi bayê lezê Asli Erdogan bê berdan, banga mezinkirina piştevaniyê kir. 

Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî anî ziman ku “nobetên azadiyê” yên li ber girtîgehan digirin, têkîldarî demokrasiya li Tirkiyeyê têgihiştinekê çêdike.

Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû jî destnîşan kir ku desthilatdarî bi girtinan dixwaze çavtirsandinekê ava bike, îfade kir ku eger mekanîzmaya girtin û zextê ya dewletê hebe, çanda berxwedanê ya gel jî heye.

Serokê Giştî yê TGS’ê Ûgûr Guç jî der bir ku bi girtinan hewl tê dayîn ku zextê li ser rojnamevanan ava bikin, xwest ku tevahî rojnamevanên li girtîgehan bên berdan.

Piştî Guç Kivanç Ersoy yên ji nav Akademîsyên Ji Bo Aştiyê, bi bîr xist, ji bo ku danezana aştiyê îmze kiribû û hatibû girtin, di defteya bîranînê ya li ber Girtîgeha Silîvriyê îmzeya Aslî Erdogan dîtibû û got, ‘’Niha jî dora nobetê ya min e. Serdest bi girtina me ji wan weye ku wê têkoşînê dabeş bikin. Lê ti caran ev ê pêk neyê, ev dewlet di nav xebateke belesebep de ye’’

Nûnerê RSF’ê yê Tirkiyê Erol Onderoglu got, dema girtîbûnê 10 rojan didome û diyar kir, li ber nûçegihanên ku li Tirkiyê di girtîgehê de ne, girtîbûna wî ne girîng e.

Piştre nivîskar Sema Kaygusuz got,çi tiştê ku ûcdana Asli Erdogan tengezar dikir, ew dinivîsand û xwest ku di zûtirîn demê de ew serbest  were berdan.

Nivîskar Vîvet Kanettî jî got Aslî Erdogan şahidî ji êşên Kurdan re kiriye û ji bo vê ew hatiye girtin; ‘’Em dibînin kesên ku şahidiyê ji êşan Kurdan re dikin têne girtin. Em ê bi van girtinan re nesekinin û têkoşîna xwe bidomînin.

Nivîskar Gunul Kivilcim jîg ot, ‘’Em weke kesên ku dilê wan ji bo aştiyê kutekutê dike li vir in. Tişta ku li Aslî hatiye kirin şerma mezin e. Dinya hemû divê vê şermê bibîne.’’

Berdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altay jî got, ‘’em behsa taritiyeke wiha dikin ku ji zarokekî 12-13 salî bombeyan çêdikin. Ev tarîtî divê zanibe ku wê bi ser nekeve.’’

Edîtorê Ozgur Gundemê Bayram Balcî got ew bi nivîsê Aslî şanaz e û got, ‘’Dewlet naxwazee Kurd û Tirk bêne cem hev. Ji rika wan em ê bêne cem hev.’’

Diya Aslî Mîne jî got, keça wê pir wêrek e û piştî ku ji girtîgehê derket wê wêrektir be û spasî li tevlêbûyiyan kir.

Herî dawî nameya Aslî Erdogan a ku ji girtîgehê şandibû hate xwendin:

‘’Tevahi jiyana xwe tim ez li pişt mexdûran sekinîm. Min bi dilê xwe nas kir bê ka mexdûr kî ye. Ez qet şaş neman ku ev dijberiya tundiyê ya bi hindikayî 20 salî weke tundiyê li min vegeriya. Aştî ji şer dijwartir e. Ji bo her kesê ku li pişt min sekîn malî ava. Cara pêşî ye ku xwe tenê nabîninm. Bi hezkirinê…’’

Daxuyaniyê bi dirûşma, ‘’Aslî Erdogan ne tenê ye’’ bi dawî bû.

Çalakiya nobetê wê Duşem û Înê jî berdewam be. Di çalakiyê de kedkarên çapemeniyê ji bo ku pitevaniya xwe ji bo Ozgur Gundemê nîşan bidin, li ser standê mekîneyê xwe yên wênegiriyê û mîkrofonên xwe danîn.