Nobedarên PJAK'î: Ocalan hêviya aştiyê ya mirovahiyê ye
Nobeda Azadiyê ya li ber avahiya Konseya Ewropa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê welatparêzên ji Rojhilatê Kurdistanê ne.
Nobeda Azadiyê ya li ber avahiya Konseya Ewropa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê welatparêzên ji Rojhilatê Kurdistanê ne.
Endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amîne Kerîmî, Hemîd Nerîjî û Sîamak Hatamî yên ji bajarên Swêdê hatine, vê hefteyê nobedê digirin.
Çalakgerên ku ji roja Yekşemê û vir ve nobedê digirin, bal kişandin ser girîngiya Ocalan ji bo gelan û destnîşan kirin, ku Ocalan hem ji bo gelên li Rojhilata Navîn hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê hêviya aştiyê ye.
Hemîd Nerîjî da xuyakirin, ku ew ji bajarên Ûppsala, Karlstad û Goteborgê hatine û got, "Em dixwazin daxwaza xwe ya ji bo azadiya Serokê xwe, ji hemû gel û welatên cîhanê re ragihînin. Zêdeyî saleke agahî ji Rêberê me nîne. Em ji vê rewşê re dibêjin 'êdî bes e'. Em hêvîdar in wê di vî warî de agahiyeke erênî di demeke kurt de bê."
'AZADIYA WÎ AZADIYA HEMÛ GELAN Û MIROVAHIYÊ YE'
Berdevkê komê destnîşan kir, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya lîderekî bi tenê nîne û got, ji bo bi destxistina mafên gelê Kurd û azadiya Ocalan, divê çalakî werin zêdekirin.
Berdevk got, "Ne tenê Kurd, pêwîste mirovahî hemû tevlî çalakiyan bibe. Ji ber ku Serok Apo modelekê ji bo tevahiya mirovahiyê pêşkêş dike. Lewma azadiya Serokê me azadiya hemû gelan û mirovahiyê ye. Pêwîste her kes, bi taybetî jî jin û ciwan, modela demokratîk a Ocalan biparêzin û bi pêş ve bibin. Neteweya demokratîk modeleke ji bo tevahiya mirovahiyê. Girîng e gelên din jî xwedî li vê derkevin."
'ÊDÎ XWEDÎ LI MAFÊN MIROVAN DERKEVIN'
Çalakgeran bang li hemû dewletên cîhanê bi taybetî dewletên Ewropayê kirin, ku pirsgirêka Kurd êdî li gorî berjewendiyên xwe yên bi welatên mêtînger re nefikirin. Çalakgeran ji rêveberiyên dewletan xwestin, bi rêzdarî nêzî mafên mirovan bibin.
'HETA KU SEROK AZAD NEBE, ŞER Û ÊŞ NAQEDIN'
Çalakgeran bal kişandin ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê û hişyarî dan, ku eger Ocalan azad nebe, wê şer û êş neqedin.
Li ser navê çalakgeran Hemîd Nejîrî ev bang kir: "Pêwîste Kurd tev û hemû gelên din ji bo azadiya Serok hîn bêhtir hewl bidin, têbikoşin û teslîm nebin. Divê em dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê. Ji bo parlament, gel û rêxistinên civakî yên sivîl bikevin nava tevgerê, lazim e em her tim çalakiyan lidar bixin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, ku çalakiya herî demdirêj a bênavber a Kurdistaniyên li Ewropayê ye, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin.