Alîkarê Musteşarê MÎT'ê çû Şamê
Tê gotin, alîkarekî Musteşarê Rêxistina Îstîsbarata Tirk (MÎT) Hakan Fîdan duh çû Şamê û hin hevdîtin kir.
Tê gotin, alîkarekî Musteşarê Rêxistina Îstîsbarata Tirk (MÎT) Hakan Fîdan duh çû Şamê û hin hevdîtin kir.
Li gorî nûçeya rojnameya Lubnanê El Sefîr a bi îmzeya Mihemed Belût, alîkarê Musteşarê MÎT'ê yê navê wî nehat eşkerekirin, duh li Şamê bi rayedarên mûhaberatê re rûnişt. Li gorî nûçeya 'xwe dispêre çavkaniyên bi ewle', rayedarê MÎT'ê bi payebilindên îstîxbarata Sûriyeyê (mûhaberat) re hevdîtin kir. Di nûçeyê de hat ragihandin ku heman çavkaniyan diyar kirine, di hevdîtinê de rewşa dawî ya li bakurê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) hatiye nirxandin.
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim beriya niha bi çend rojan daxuyaniyek dabû û gotibû, "Di dema guhertina desthilatdariyê de, Esad dikare weke Serokdewlet bimîne."
Hikûmeta Tirk, di dema dawî de li ser bingeha dijberiya li Kurdan, hewl dide bi rêveberiya Şamê re li hev bike. Tê gotin, Tirkiye hewl dide bi rêya Îran û Rûsyayê bi Şamê re li hev bike.