Meclîsa Leşekerî ya Cerablûsê avakirina xwe îlan kir
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs, avakirina xwe bi daxuyaniyekî ya çapemeniyê îlan kir.
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs, avakirina xwe bi daxuyaniyekî ya çapemeniyê îlan kir.
Daxuyanî li Bakurê Minbicê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs Abdulsettar El-Cadîrî ve hate xwendin. Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê, dewleta Tirk ji ber helwestên wê yên li dijî gelên Cerablûs û Sûriyeyê û hewldanên dagirkirina Cerablûsê hişyar kir.
El-Cadir destnîşan kir ku eger kiryarên dijminane pêk werin, wê meclîsa wan bêdeng nemîne û ji bo parastina sivîlan û herêmên xwe, ew ê li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere. El-Cadir, derbaskirina çeteyên DAIŞ'ê û yên din ên di ser sînorê Cerablûsê de pêk tên jî, wekî hewldanên tarûmarkirina aramî û tifaqa Sûriyeyê nirxand.
Abdulsettar El-Cadir got ku dema bajarê Minbic û gundên wê ku nêzî herêma Cerblusê ne bi alîkariya şervanên QSD’ê hate rizgarkirin, Rêjîma Tirkiyeyê lez da kiryarên xwe yên dijminane û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk komên çekdar ên girêdayî xwe ku çeteyên DIAŞ’ê jî di nav de ne, bi hejmareke mezin tevdigerîne û ew li nuqeteyên sînor bi cih kirine. Ji vê yekê armanca wan ew e ku, aramiya li Sûriyeyê tarûmar bikin. Di demên dawî de kiryarên wan zêde û kûrtir bûn. Ji bo destkeftiyên gelê me têk bibin planên qirêj pêk tînin.”
Di berdewama axaftina xwe de Abdulsettar El-Cadir ragihand ku Tirkiye bi derbaskirina komên çekdar ên terorîst ku girêdayî rêxistina El-Qaîdeyê ne, dixwaze herêmê dagir bike û wiha pê de çû: “Bi riya komên terorist ên girêdayî El-Qaîdeyê ku li Heleb û Minbicê bi serjêkirina zarokan xwe didin nasîn, bi alîkariya yekîneyên taybet ên îstîxbarata Tirkiyeyê û hêzên wan ên li ser xaka Sûriyeyê dixwazin, herêmên Cerablûsê yên xweşik dagir bikin. Ev yek bi riya peymanên di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê ên terorîst de pêk tên.”
Fermandar Abdulsettar El-Cadir got ku Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê dengê xwe li rêjîma Tirkiyeyê dike û wiha dewamî da axaftina xwe: “Em Dewleta Tirk hişyar dikin ku li dijî xaka Sûriyeyê û pêkhateyên wê û bi taybet herêma Cerablûsê kiryarên dijminane pêk nîne. Em eşkere dibêjin ku em ê bêdeng nemînin û em ê bersiva hemû kiryarên dijminane bidin. Em ê gelê xwe li gorî qanûnên navneteweyî biparêzin. Ev welat ji her kesî re nabe meydan. Parastina ewlekariya herêmê erka me ya exlaqî û qanûnî ye. Ev dikeve ser milê civaka wê û gelê we. Ew ê bersiva hemû kesên êrîşkar bidin. Em wan komên çekdar ên li gorî fermana Tirkiyeyê tevdigerin jî hişyar dikin, bila dest ji kiryarên xwe berdin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Abdulsettar El-Cadir bang li Koalîsyona Navdewletî ya ku Amerîka serkêşiya wê dike kir ku li gorî sozên xwe yên parastina herêmê ji destwerdana dewleta Tirkiyeyê tevbigerin û li dijî hewldanên destwerdana li ser xaka Sûriyeyê derkevin. Abdulsettar El-Cadir got ku ew ê bersiva hemû êrîşkaran bidin.
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê û Gundewarên Wê ji tabûrên Firat Cerablûs (Cewadira), Ehrar Cerblus û Tabûrên Siqûr Cerblusê pêk tê.