Kujerê Hevrîn Xelef kirin fermandarê Firqeya 86’an

Rêveberiya Şamê serçete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra), yê ku di sala 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kiribû, wekî fermandarê Firqeya 86'an erkdar kir.  Ebû Şeqra di lîsteya DYE’yê de cih digire.

Wezareta Parastinê ya Şamê serçete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra), yê ku Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kiribû, wekî fermandarê Firqeya 86'an erkdar kir. Erkdarkirina Şeqra yê ku ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve wekî "sûcê şer" hatibû ragihandin, di nav Kurdan de rê li ber hêrseke mezin vekir.

Serçete Ehmed Îhsan Feyad El Hayis ji çeteyên "Ehrar El Şerqiye" ye û di Cotmeha 2019'an de wî şehîd Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan qetil kirin. Ev sûc jî li ser asta navneteweyî bi girseyî hat şermezarkirin.

Wezareta Xezîneyê ya Emerîkayê jî di 2021'an de ji ber binpêkirinên li dijî mafên mirovan nexasim qetilkirina bi sedan sivîl di girtîgehekê de ku "Hatim Ebû Şeqra" berpirsê wê bû ceza li wî û li hin çeteyên "Ehrar El Şerqiye" birî bû.