Hikûmeta AKP’ê di 24’ê Tîrmeha 2015’an de bi bahaneya 'Şerê li dijî DAIŞ’ê li hemberî Bizava Azadiyê ya Kurdistan êrîşeke taybet û topyekûn dabû destpêkirin. Niha jî, ji 20’ê Tîrmeha 2016’an ve bi hinceta 'Şerê li dijî Feto rêveberiya rewşa awarte îlan kiriye û dîsa li hemberî Bizava Azadiya Kurd êrîş û terora faşîst daye destpêkirin. Bêguman êrîşa li ser Fetulahiyan jî berdewam e. Lewre di nav wan de şerekî man û nemanê ya desthilatê heye. Lê şerê ku di 24’ê Tîrmehê de li hemberî Tevgera Azadiyê destpê kirî jî bi awayekî faşîzane û giştî berdewam dike.
Di rastiyê de li aliyê Tirkiyeyê artêş û dewlet pelişiye, nîvî zêdetir ji wezîfedarên wan tesfiye bûne, li gel vê rewşê jî, li aliyê Kurdistanê artêş û polîs li ser lingan in,bi rojane li komkujiyên xwe yên li dijî gerîla û gel didomînin. Her wisa operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li dijî gel jî berdewam dikin. Ji ber ku di zindanan de cih nemaye, Ergenekoniyên hevkarên xwe berdidin û dixwazin Kurdan û hêzên demokratîk di dewsa wan de bi cih bikin.
Rêveberiya AKP’ê xwe wisa bi ser hişmendiya faşîzma tekperestî ve berdaye ku vê rewşê wek; Tek Tayîp, tek çapemenî' saz dike û di encamê de rojnameya Ozgur Gundemê ku dengê azadîxwazan e di 16’ê Tebaxê de girt. Naxwazin civak ji bilî Tayîp Erdogan û AKP’yiyan dengê ti aliyê bibihîze.Di vê navberê de tehdîta xwe ya li hemberî Şoreşa Rojava jî berdewam dike. Di encama bazara bi Rûsyayê re jî hêzên Esad li Hesekê bera ser hêzên YPG û YPJ ê daye. Tayîp Erdogan û AKP di dijminahiya li Kurdan de sînor nasnakin.
Bi ser van hemûyan de jî, tevahiya hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qedexe kiriye û nahêle ti agahî jê bên girtin. Bi Rêber Abdullah Ocalan re ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ango ev 17 meh in ti hevdîtin nehatine kirin. Bi taybetî jî piştî hewldana cuntaya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, nebûna hevdîtinan bi gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk re fikarên pir cidî yên derbarê tenduristî û ewlehiya Rêber Ocalan de peyda kirine. Bi tenê kiryarên li ser Rêberê Gelê Kurd jî didin nîşan ku AKP, bi îlana rêveberiya rewşa awarte re cuntayeke nû ya faşîst sazkiriye.
Bêguman zêdebûna terora AKP’ê ya faşîst jî rê li ber berxwedana demokratîk a şoreşger ya di her qadî de vedike. Di tevahiya çalakiyên li her deverî de pêşketineke berbiçav tê dîtin. Bi taybetî jî çalakiyên daxwaziya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên ji bo hînbûna rewşa tenduristiya wî li hundirê welêt û li derve bi girseyî û mezin dibin. Tê dîtin ku di vî derbarî de sebra gelê Kurd û hêzên azadiyê nemaye, hêrs û berteka wan di asta herî bilind de ye.
Di vê der barê de ji sazî û dezgehên Kurdan li ser hev daxuyanî tên dayîn. Herî dawiyê Desteya Giştî ya Kongra Gel bi vê mebestê daxuyaniyeke giştî û ya taybetî belav kir. Daxuyaniya navborî ji aliyekî ve rêveberiya AKP’ê bi awayekî jidil hişyar dike, li aliyê din jî tevahiya gelê Kurd û hêzên azadiyê vedixwîne çalakiyên azadiyê. Li ser vê bingehê di êrîş û çalakiyên gerîlayan yên di rojên dawiyê de zêdebûneke darîçav tên dîtin. Ciwan û jinên Kurd bi dirûşma; ji Rêber Apo re azadî, kampanyayên mezin li her der û deverê bi rê ve dibin. Herwisa hêrs û berteka Kurdan a li dijî rêveberiya AKP’ê xwe dide der.
Baş e, ev rewş wê ber bi ku ve biçe? Divê beriya herkesî AKP vê pirsê ji xwe bike û bersiva rast jî bide. Ya rastî di destê wê de fersendeke zêrîn hebû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan projeyeke herî kêrhatî û ya di berjewendiyên Tirkiyeya demokratîk de pêşkêş kiribû. Di encamê de, di qada siyaseta demokratîk de geşedanên girîng derketibûne holê. Li dijî vê jî tehdîta Fetullahî xwe di her warî de dabû nîşan. Rêber Abdullah Ocalan gotibû; eger çareseriya demokratîk pêk neyê, wê mekanîka cuntayê bikeve meriyetê û hişyar kiribû.
Lê rêveberiya Tayîp Erdogan ev hişyarî li pêş çav negirtin û bi nêzîkbûna MHP’ê re ji xeta faşîst hêvî kir. Li dijî hewldanên cuntayên Fetullahî cuntayên xwe yên sivîl yên faşîst sazkar kir, welat û civakê anî rewşa îro. Niha dewlet pelişiye û civak hema bêje di bin vê xirbeyê de difetise. Li holê tiştek ji rêveberiya dewletê nemaye. Tayîp Erdogan welêt mîna holdîngekê bi rê ve dibe û serpereştiyê dike. Rizgariya xwe di rewşa awarte û terora faşîst a polîsan de dibîne. Li gel MHP û CHP’ê enî sazdike û ji hêzên navborî jî rizgariyê hêvî dikin. Eger hêza MHP û CHP’ê hebûya, wê xwe bikirina desthilat.
Divê em vê babetê pir zelal bikin, bi lihevkirina Rûsya û Îranê re êrîşa hêzên Esad a li ser Kurdan nikare AKP’ê rizgar bike, berevajî, wê li Sûriyeyê şer kûrtir bike û di encamê de jî herî zêde AKP û dewleta Tirk ji vê xesarê bibînin. Çawa ku şandina DAIŞ’ê ya ser Kurdan encamek nedaye, wê êrîşên hêzên Esad jî encameke cidî nede. Berevajî, wê li Suriyeyê hêzên demokratîk û yên Kurd derfetên xwe mezin bikin û Federasyona Demokratîk a Suriyeyê ava bikin.
Li aliyê din wê rewşa rêveberiya awarte nekare gelê Kurd bitirsîne û hêzên azadiyê yên gelê Kurd têk bibe. Kurd di têkoşîna li dijî rejîma rêveberiya awarte de xwedî tecrûbe ne. Gelekî wisa ye ku li dijî terora faşîst a rêveberiya awarte serî hildaye û vejîna neteweyî pêkaniye. Li dijî rêveberiya 4 çeteyan, Demirel, Gureş, Çiller û Agar a topyekûn li ber xwe daye. Bi dirêjahiya zivistanê re li Cizîr, Sûr û li gelek bajaran bi qehremanî li ber xwe daye û pergala faşîst a komkujer têk biriye.
Niha jî bi awayekî misoger wê bikare li dijî hevpeymana AKP, MHP û CHP’ê ya terora rewşa rêveberiya awarte li her derê berxwedana azadiyê geş bike. Wê bikare li dijî rêveberiya rewşa awarte û terora faşîst a giştî bi gelên li Tirkiyeyê re berxwedana topyekûn a şoreşgerî bi ser bixe. Li dijî terora faşîst a rewşa awarte wê li tevahiya Kurdistanê herkes li ber xwe bide. Wê gerîla li ber xwe bide, gel li ber xwe bide, jin, ciwan, xweparastina cewherî, çiya, bajar, siyaseta demokratîk, rewşenbîr, hunermend, çapemenî, ji heft salî heta heftê salî civaka Kurd a azadîxwaz bi giştî wê li ber xwe bidin…Divê gumana ti kesî ji vê nebe. Roj roja berxwedanê ye, roj roja ji bo azadiya Rêber Apo û ya Kurdistanê rabûn û raperînê ye,Roj roja berxwedanê ye…
Hin hestîkojên AKP’ê jî pirsyara ku Kurd çima li ber xwe didin? dikin. Baş e, di vê rewşa heyî de ji derveyê berxwedanê çi rê hene? Ne hebûna Kurdan qebûl dikin û ne jî azadiya wan. Mala Kurdan bi serê wan de xera dikin, dest davêjine hêmanên wan yên herî pîroz û vêna wek mafên xwe dibînin. Gava mirovin li Cizîrê bi benzînê dihatin sotin, hinan digot; evqas terorîst hatin kuştin, lê gava li Elezîz û li deverên din bi heman serpêhatiyê re rûbirû man, dîsa jî xwestin bi derewan ser bi rastiyê bigirin.
Hin AKP’yî derketine dibêjin; divê PKK dev ji çekan berde, bi çekan ve siyaset nayê kirin. Baş e, rewşa rêveberiya awarte ne pergaleke çekdarî ye? Bi rêveberiya rewşa awarte ve zext û terora faşîst hatin qanûnîkirin. Bi rêya rêveberiya rewşa awarte ve meclîs, siyaset, partî hatin avêtin û hatin bêbandorkirin. Çi bi meclîsa di 7’ê Hezîrana 2015’an de emncam dayî hat? Çi bi meclîsa di encama hilbijartina ku ne hilbijartin bû, ya rastî bi tenê xesp bû, çi pê hat? Bala xwe bidinê, di du salên dawiyê de rêveberiya AKP’ê du car meclîsan û encama hilbijartinan fesih kiriye. Tehemûla meclîsa ku di encama cuntaya 1’ê Mijdarê de encamdayî jî nakin.
Divê ti kes xwe nexapîne û neyê lîstika AKP’ê. Li Tirkiyeyê di bin rêveberiya rewşa awarte de ne derfeta siyaseta demokratîk û ne jî bikaranîna maf û azadiyan heye. Li dijî terora faşîst a rêveberiya rewşa awarte bi tenê rêya berxwedanê vekiriye. Em di serdema; berxwedan jiyan e re derbas dibin. Bi tenê bi rêya berxwedanê serketin pêkan e. Her wiha divê tekane rêya li hemberî terora rêveberiya rewşa awarte, berxwedan û bi berxwedanê re mezinkirina rêxistinê be.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA