ROJANE
Hemû Nûçe
-
Cecîle: Pêwîstiya cîhanê bi nêrînên Asli heye, lewma divê bê berdan
Nivîskar Cecîle Oûmhanî nerazîbûn nîşanî girtina Asli Erdogan da û got, "Di vê demê de pêwîstiya cîhanê bi civaka azad û mirovahiya azad heye. Asli Erdogan yek ji parêzvanên van nirxan e. Girtina wê ne ya qebûlkirinê ye." -
Welatiyê Swêdê ji Tirkiyeyê hat dersînorkirin
Ciwanê Kurd Arvîn Erdem ê li bajarê Borlange yê Swêdê dijî, li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê bêyî hincetek bê nîşandan hat binçavkirin û piştî sê rojan bi îdîaya ku gefê li ewlekariya welêt dixwe, hat dersînorkirin. -
Balûken: Deklarasyon firsendeke dîrokî ye
Balûken deklarasyona KCK'ê nirxand û got, "Deklarasyon firsendeke dîrokî ye, divê bê dîtin" û bang li hêzên demokrasî û aştiyê jî kir, ku xwedî li vê bangê derkevin. -
Li Taxên Neşwa Şerqî û Mesakîn şerê dijwar diqwimin
Li Taxên Neşwa Şerqî û Meskîn ên Hesekê di navbera YPG’ê û hêzên rejîmê de di saetên şevê de şerê dijwar qewimî. -
Li xeta Başûrê Minbicê operasyon dewam dikin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê operasyona ku ji bo rizgarkirina gundên di bin destê DAIŞ’ê de, dayî destpêkirin bi hemû leza xwe dewam dike. li Bakûr û Başûrê Minbicê 2 gund hatin rizgarkirin, 15 çete hatin kuştin. -
Li Stûttgart ji bo azadiya Ocalan çalakî
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di standa çalakiya ku li Stûttgartê hate lidarxistin de, jinan diyar kir ku azadiya Ocalan tê wateya azadiya hemû jinan. -
Li Parîsê ji bo Ocalan meşa girseyî
Li Parîs a Fransayê bi mebesta şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlêbûna bi hezaran kesî meşeke girseyî hate lidarxistin. -
Demê binçavkirina rêveberên Ozgur Gundemê dirêj kirin
Dema binçavkirina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya 5 rojan hat dirêjkirin -
Li Kopenhatng ji bo Ocalan çalakiyên kon, keştî û bisiklêtan
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo azadiya Ocalan çalakî û aktivîte dewam dikin. -
Li Baselê ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Ciwanên Kurd li Basel a Swîsreyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. -
Asli Erdogan ji girtîgehê peyamek şand
Aslî Erdogan a ku endamê desteya Şêwirmediyê ya Ozgur Gundem wiha anî ziman: “Di nivîsandinên min de ne tenê fikra azad wijdan hate ‘Darezandin’. Ya ku hate hepiskirin ‘Wijdan e.’Wêje, mirov ji bo ku vê wijdanê biparêze heye.” -
Li 3 welatan azadiya Ocalan hate xwestin
Li Italya, Awûstralya û Fransayê çalakiyên ji Ocalan re azadî dewam kirin. -
Heyeta HDP’ê ya ku di bin serokatiya Demîrtaş de wê ber bi Başûrê Efrîqayê ve bikevin rê
Heyeta HDP’ê ya ku di pêşengtiya Demrîtaş de, wê bi hikûmeta Başûrê Efrîqa û derdorên mafê mirovan re hevdîtinan bikin. -
‘Ji bo azadiya Serok Apo divê her kes li qadan bin’
Kurdistaniyên li Ewropayê gotin, “Azadiya Ocalan azadiya me ye”, daxwaz kirin ku tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin. -
Şervana YPJ’ê Ayla Oral li Brukselê hate bibîranîn
Li Brukselê ji bo şervana YPJ’ê Ayla Oral merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de malbatê diyar kir ku bi keça xwe serbilind in, got; “Ji bo em layiqî şehîdan bibin, em li ser rêça wan bimeşin.” -
Kurdên li Ewropayê çalakiyan bênavber didomînin: Ji Ocalan Re Azadî!
Kurd û dostên wan ên li Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe didomînin. Kurdan dan xuyakirin ku heta agahiyê ji Ocalan werbigirin wê çalakiyên xwe bidomînin. -
Herî kêm 50 kes hatin binçavkirin, 13 hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Riha û Stenbolê zêdetirî 50 kesî hatin binçavkirin. Li Îzmîrê jî 13 kes hatin girtin. -
Li Saratovê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê: Li derdora Ocalan em bibin yek
Kurdistaniyên li Rusyayê, Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyekê pîroz kirin. -
Ji bo Asli Erdogan kampanya
Ji bo serbestberdana Endama Desteya Şewirmendiyê ya Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. -
Ji bo Mûstafa Çelîk 3 sal cezayê hepsê hate xwestin
Ji bo Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Çelîk ku li Elmanyayê hate girtin, 3 sal cezayê hepsê tê xwestin. -
Ozgur Gundem bi manşeta ‘Pênûsa Apê Mûsa neket, wê nekeve’ derket
Rojnameya Ozgur Gundemê ku ji hêla hikûmeta AKP’ê hate girtin, bi manşeta ‘Pênûsa Apê Mûsa neket, wê nekeve’ derket. -
Raportorên NY têkîldarî mafên mirovan dengê xwe li AKP’ê kirin
19 pispor û raportorên di bin sêwana Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) de dixebitin, ji bo Tirkiye li beramberî mafên mirovan rêzdar be dengê xwe lê kirin. -
‘Wê rejîm li Hesekê negihêje armanca xwe’
Endamê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Ehmed Milhim diyar kir ku êrîşên rejîmê yên li Hesekê jiyana hevbeş a gelan kiriye hedef, got wê Baas li ser vî esasî negihêje armanca xwe. -
Li kolanên Hambûrgê li dijî tecrîdê performans
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan performansek hate pêşendan. -
Nûçegîhanên Rojnemaye Evrensel: Çapemeniya azad bêdeng nabe
Nûçegîhanên Rojnameya Evrensel diyar kirin ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tê binpêkirin, li beramberî polîtîkayên zext û perçiqandinê yên li ser çapemeniyê destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe wê dengê çapemeniya azad kêm nebe.