ROJANE
Hemû Nûçe
-
Pîr Mûstafa Deprem: Bihîstina qîrîna Êzidiyan, erka însanetiyê ye
Pîr Mûstafa Yagmûr got, "Erka însanetiyê ye ku her kesên alîgirê maf û hiqûqê, alîgirên aştiyê bi vê qîrîna gelê me (Êzidî) re bin." -
Tecrîda li ser Ocalan li Aachenê hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Aachen ê Elmanyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd bilêv bikin, konê agahdarkirinê vedan. -
Ji bo meşa 'Ne darbe, ne jî dîktatorî' banga tevlîbûnê
Ji bo meşa 'Ne darbe, ne jî dîktatorî', ku wê di 27'ê Tebaxê de li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin. -
Danûstandinên HDP'ê yên li Afrîka Başûr
Heyetek ji HDP'ê, li Afrîka Başûr bi gelek sazî û rayedaran re hevdîtin kir. Heyeta HDP'ê di hevdîtinan de da xuyakirin, ku ew dixwazin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji tecrûbeyên Afrîka Başûr sûdê werbigirin. -
Keskîn: Hê jî di vê serdemê de mirov ji ber fikrên xwe tên darezandin
Gerînendeya Weşana Giştî ya Berê ya Ozgur Gundem Eren Keskîn a ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin û bi şertê “Kontrola edlî” hate berdan anî ziman hê jî di vê serdemê de mirov ji ber fikir û gotinên xwe tên darezandin. -
Li Strasboûrgê Greva Birçîbûnê ya Meclîsa Dîasporaya Şengalê di roja 3’yemîn de ye
Greva birçîbûnê ya ku endamên Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bêdem-bêdorveger li Strasboûrgê dabûn destpêkirin, di roja 3’yemîn de ye. -
YPG: Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li Şedadê hate pûçkirin, êrîşên artêşa Tirk dewam dikin
Navenda Ragihandina YPG diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Şedadê hate pûçkirin, gelek cenazeyên çeteyan û cebilxane hatin desteserkirin û ragihand ku êrîşên artêşa Tirk a li ser xaka Federasyona Bakurê Sûriyeyê dewam dike. -
Togrûl ê HDP'yî: DAIŞ hê li Dîlokê ye
Parlamenterê HDP'ê Togrûl bal kişand ser hucreyên DAIŞ'ê yên hê li Dîlokê hene û ji Meclîsê xwest vê mijarê lêkolîn bike. -
Gule li konvoya Kiliçdaroglû hat reşandin
Konvoya Serokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglû, dema ji navçeya Şavşat a Artvînê diçû navçeya Ardanûçê, li nêzî gundê Yanikliyê gule lê hat reşandin. -
Li Elmanya û Fransayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin. -
Parêzerên Ocalan giliyê Wezaretê dikin
Parêzerên Ocalan wê giliyê Wezareta Edaletê bikin. -
Ji bo meş û mîtînga mezin a li Kolnê banga tevlîbûnê
ABDEM, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Tevgera Hezîranê û HDK-Ewropayê, ji bo meş û mîtînga mezin a 3'ê Îlonê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin. -
Li Dusseldorfê çalakiya edaletê
Ji bo ronîkirina komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya edaletê hat lidarxistin. -
Komkujiya Dîlokê li Edînbûrg û Mannheîmê hat şermezarkirin
Li paytexta Skoçya Edînbûrg û li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, komkujiya li Dîlokê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin, hat şermezarkirin. -
Kurdên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan li qadan e
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tê şermezarkirin. Li gelek bajaran, bi pêşengiya meclîsên jinan çalakî hatin lidarxistin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. -
Benlîsoy: Dibe ku Tirkiye li Cerablûsê yekîneyek mîna ya li Başîka ava bike
Benlîsoy diyar kir, armanca bingehîn a operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Cerablûsê, pêşîgirtina li Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG/YPJ ye û got, dibe ku Tirkiye li Cerablûsê yekîneyeke leşkerî ya mîna ya li Başîka ava bike. -
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê li dijî çeteyên artêşa Tirk ketin nav tevgerê
Ji Cîgirên Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Armanc Cerablûs got mabeyna wan û çeteyên artêşa Tirk 3 kîlometre ye û wê destûrê nedin ku çete derbasî başûrê gundê Amarînah bibin. -
Li Nisêbînê kesek hate girtin
Li Taxa Yenîşehîr a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Şakir Acar, di encama îfadeya şahidê veşartî de hate girtin. -
Hevserokên navçeya Dortyol û Erzîn ên HDP’ê hatin girtin
Hevserokên HDP’ê yê navçeya Dortyolê Halîl Baybarîz û yê Navçeya Erzînê Diyadîn Sirça ku vê sibehê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Spîegel: DAÎŞ hincet e, hedef Kurd in
Tirkiye bi hemleyek qirêj Cerablus ji çeteyekî girt û radestî çeteyekî din kir, her wiha ev dijminantiya bi Kurdan re bi awayekî zelal ji derve jî tê dîtin. Kovara Der Spîegelê bal kişand ku DAÎŞ hincet e, hedef Kurd in. -
Li Wanê tecrîd hate protestokirin: Rêya aştiyê Ocalan e
Rêxirtinên HDP û DBP’ê yên navçya Îpekyolû, bi daxuyaniya çapemeniyê tecrîd protesto kirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û bal kişand ser girîngiya Mutabqata Dolmabahçeyê. -
HDP’ê ji bo Cerablûsê dengê xwe li Tirkiyê kir
HDP’ê bertek nîşanî dagirkirina Cerablûsê ya bi destê dewleta Tirk kir û diyar kir, ev ê Tirkiyeyê bixe nav çiravê. -
DAIŞ’ê Cerablûs ji AKP’ê re hişt
Lîstika Cerablûsê ya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de kete qonaxeke nû. DAIŞ’ê Cerbalûsa ku di jêr dagirkeriya wan de bû, radestî çeteyên girêdayî dewleta Tirk kirin. -
Hejmara sivîlên ku li Cerablûsê ji hêla dewleta Tirk hatin qetilkirin gihişt 49’an
Hejmara sivîlên ku di encama êrîşên çete û leşkerên rejîma Tirk de jiyana xwe ji dest dan gihişt 49’an. -
Kurd û dostên wan wê di 3’yê Îlonê de li Kolnê bin
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkildarî Festîvala Çanda Kurd a 24. a ku wê 3’yê Îlonê li Kolnê were lidarxistin, daxuyaniyek da.