‘Wê çapemeniya azad û piştevaniya me bi ser bikeve’
Atilim û Ozgur Gundem: Çapemeniya azad ya hewl dide dengê doza wekhevî û azadî ya gelan gûr bike, bedelê wê çi dibe bila bibe wê bêdeng nebe, her tim wê bibe dengê bindestan.
Atilim û Ozgur Gundem: Çapemeniya azad ya hewl dide dengê doza wekhevî û azadî ya gelan gûr bike, bedelê wê çi dibe bila bibe wê bêdeng nebe, her tim wê bibe dengê bindestan.
Atilim û Ozgur Gundem: Çapemeniya azad ya hewl dide dengê doza wekhevî û azadî ya gelan gûr bike, bedelê wê çi dibe bila bibe wê bêdeng nebe, her tim wê bibe dengê bindestan. Ne sansurên Rewşa Awarte, wê çapemeniya azad û piştevaniya me bi ser bikeve.
Rojnameyên Atilim û Ozgur Gundemê daxuyaniyek hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi êrîşa desthilatdariya AKP/Qesrê ya Rewşa Awarte re hevrû bû, mîna berhemê piştevaniyê, wek hejmara taybet a rojnameya Atilimê weşana xwe domand.”
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
“Di salên 90’î yên şerê qirêj de, me demê wiha dît ku bînahiyên rojnameyê dihatin bombekirin, xebatkarên wan li kuçeyan dihatin kuştin. Lê qet em hiş nebûn, me serî netewand. Niha dîsa em li Rewşa Awarte û pergala çewisandinê vegeriyan ku ne kêmî serdema şerê qirêj ên salên 90’î ne. Em ketine serdemeke wiha ku bînahiyên rojnameyan têne mohkirin, xebatkarên wê bi êşkenceyê têne binçavkirin. Me ev zilm, bi hêza hevkariya kevneşopiya çapemeniya azad û vîna wê pûç kir, bi piranî em heq jê derketin. Dema ku piraniya xebatkarên wê di bin çav de bûn, rojnameya Ozgur Gundemê, bi baweriya bi azadiya çapemeniyê û heqê agahdarbûna gel her xwe gihand xwendekarên xwe.
Têkildarî hejmara taybet a Atilimê ya Ozgur Gundemê biryara berhevkirinê hate dayin, li Mêrdînê belavkarê bi navê Mazlûm Alas hate binçavkirin. Em van girtin, berhevkirin û binçavkirinên ku mînakên hiqûqa darbeyê ne bi tundî şermezar dikin.
Em weke mewziyên kevneşopiya çapemeniya azad Ozgur Gundem û Atilim diyar dikin ku di demên pêş me de, em hevkariyê xurt bikin û bi wê berpirsyariyê tevbigerin ku rastiyê ragihînin gel.
Çapemeniya azad ya hewl dide dengê doza wekhevî û azadî ya gelan gûr bike, bedelê wê çi dibe bila bibe wê bêdeng nebe, her tim wê bibe dengê bindestan. Ti zext û zorbetî wê negihêje armancên xwe. Ne sansurên Rewşa Awarte, wê çapemeniya azad û piştevaniya me bi ser bikeve.”