Zekî Îdîn ê HDP'î jiyana xwe ji dest da
Rêveberê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îdîn li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Rêveberê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îdîn li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Rêveberê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Zekî îdîn (43), li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Îdîn di sala 2016'an de di dema qedexeya derketina derve ya li bajêr de bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê kiriye” hatibû girtin, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê penceşêra mîdeyê lê hatibû teşhîskirin. Îdîn piştî salekê di girtîgehê de ma, hate berdan û ji nexweşiya penceşêrê hat dermankirin. Îdîn îro li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Îdîn ji aliyê malbat, heval û hezkiriyên wî ve hate wergirtin û li goristana Şirnexê hate veşartin.
Berî ku nexweşiya penceşêrê lê were teşhîskirin, Îdîn bi awayekî çalak di nava xebatên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cih digirt.