ROJANE
Hemû Nûçe
-
Greva Birçîbûnê ya li Strasboûrgê: Banga hestewariyê li gel û civaka navneteweyî hate kirin
Greva birçîbûnê ya ku endamên Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bêdem-bêdorveger li Strasboûrgê dabûn destpêkirin, di roja 5’emîn de ye. -
CÎK: Li dijî zordariyê berxwedan rewa ye, em milan bidin hev û li ber xwe bidin
Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê diyar kir, berxwedana Kurdan rewa ye û li dijî zalim û zordaran banga berxwedanê kir. Federasyonê daxwaza azadiya Ocalan kir, bang li hikûmetê kir da ku aqilê xwe bide serê xwe. -
‘Helwesta me ya hevpar a li qadan wê bibe bersiv ji şerxwazan re’
Yekîtiya Hêzê, di nav çarçoveya çalakiyên Roja Aştiya Cîhanê 1’ê Îlonê li sê bajaran wê mîtîngan li dar bixe. Mîtînga pêşî 1’ê Îlonê wê li Izmîrê pêk were. 3’yê Îlonê jî li Enqerê, 4’ê wê jî wê li Stenbolê mîtîngek were lidarxistin. -
Li Parîsê ji bo Ocalan çalakî didome
Li paytexta Fransa Parîsê çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin dewam dike. -
Pêşnûmeya têkîldarî Ocalan hate îadekirin!
Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, der heqê jiyana û şertên azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de fikar zêde bibûn. Hewldanek a fikaran hê mezintir dike jî vê carê ji hê Serokatiya Meclîsê pêk hat. -
Li Friedrichsafen qetlîama Dîlokê hate protestokirin
Kurdistaniyên li bajarê Friedrichsafen ê Elmanyayê dijîn, bi awayekî girseyî qetlîama Dîlokê protesto kirin. -
Li Lozanê aktîvîteya 15’ê Tebaxê
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê aktîvîteyek li dar xistin. -
DYA Û Rûsyayê têkîldarî agirbesta li Sûriyeyê li hev kirin
Hate ragihandin ku piştî muzakereyên mabeyna wezîrên karên derve yên DYA û Rûsyayê ku li bajarê Cinêv ê Swêdê pêk hatin, li hev hatiye kirin ku li Sûriyeyê agirbest bê îlankirin. -
Li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakî didomin
Li bajarên Dresden, Hildesheîm ên Elmanyayê, Selestat ê Fransayê û Lînz ê Awûstûryayê, tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Li Sûltangaziyê polîsên Tirk êrîşî protestoya qetlîama Dîlokê kirin
Li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê li ser banga Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ji bo protestokirina qetlîama Dîlokê gel kom bû, lê polîsên Tirk bi ava şid êrîş kirin. -
Elmar Brok: Ti welatên rojavayî fobiya Kurdan a Tirkiyeyê neparêze
Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê ya Partiya Yekgirtinê ya Demokrat Xristiyan a Elman Elmar Brok di roportaja xwe ya Radyoya Deutschlandfunk de destnîşan kir ku pêwîst e hikûmeta AKP’ê careke din pirsgirêka Kurd bîne ser maseya muzakereyan. -
Tom Janssen armanca Tirkiyê li qelem da
Yek ji rojnameya herî navdar a Swîsreyê Tages Anzeîger, bi karîkatûrekî diyar kir, armanca sereke ya hewldana dagirkirina Tirkiyê ya Cerablûsê Kurd in. -
Greva Birçîbûnê ya Meclîsa Dîasporaya Şengalê di roja 4’emîn de ye
Greva birçîbûnê ya ku endamên Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bêdem-bêdorveger li Strasboûrgê dabûn destpêkirin, di roja 4’emîn de ye. -
Dr. Bîlmedî:Ez ne veterîner im, mamosteyê têkiliyên navnetewî me
Endamê Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navnetewî û Zanista Siyasî ya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Dr. Naîf Bîlmedî, ji ber ku operasyona Cerablûsê di rojnameya Evrenselê de şîrove kir, ji zanîngehê hate dûrxistin. -
Li Parîsê ji bo azadiya Ocalan keştî hate dagirkirin
Ciwanên Evry Parîsê, ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe didomînin. Ciwanan keştiyek tûrîstan dagir kirin, dirûşmeya “Ji Ocalan Re Azadî” berz kirin. -
MLKP: 2 milîtanên me li Pulurê şehîd ketin
MLKP'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku 2 milîtanên wan li navçeya Pulur a Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dane. -
'Erdogan wê di nava çirava Sûriyeyê de bixeniqe'
KONGRA GEL nerazîbûn nîşanî dagirkirina Cerablûsê da û diyar kir, ev êrîşa dewleta Tirk tê wateya êrîşa li hemberî temamiya destketiyên gelên Kurdistanê. KONGRA GEL bang li gelan û şoreşgeran kir, ku bi xurtî li ber Erdogan rabin. -
Heyetek ji Rojava û KNK'ê li Afrîka Başûr e
Heyetek ji Rojava û KNK'ê li Afrîkaya Başûr hevdîtinan dike. Di hevdîtinan de tecrîda li ser Ocalanl hat şermezarkirin. -
KCDK-E li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bang kir
KCDK-E ragihand, bi operasyona Cerablûsê re Kurd hedef hatine girtin û diyar kir, divê gel li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. -
TŞYG: Tirkiye û DAIŞ peyman girê dan, bi vî awayî Tirkiye kete Cerablûsê
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî a Gelan (TŞYG) diyar kir, Tirkiye bi DAIŞ’ê re peyman girê daye û bi vî awayî ‘operasyon’ kiriye. -
KNK: Dagirkirina Cerablûsê dagirkirina Rojava û Sûriyeyê ye
KNK têkildarî 'senaryo'ya Cerablûsê ya dewleta Tirk daxuyaniyek da û diyar kir, ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. KNK'ê bang berxwedanê kir. -
Encamên konferansa 'Em Êzidî ne'
Encamên Konferansa 'Em Êzidî ne', ku di 20'ê Tebaxê de li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê hat lidarxistin, bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin. -
MOP'ê nerazîbûn nîşanî dagirkirina Cerablûsê da
Di daxuyaniya MOP'ê de hat gotin, "Hedefa dewleta Tirk ji dagirkirina Cerablûsê ne DAIŞ e. Ew dixwaze ji Dêrikê heta Efrînê, hemû destketiyên demokratîk ên bi pêşengiya gelê Kurd hatine bidestxistin tine bike." -
Sancar: Eger hedef DAIŞ be, çima berî Cerablûsê çeteyên li Tirkiyeyê nayên tinekirin?
Parlamenterê Keskan ê Kantona Bernê Haşim Sancar destnîşan kir, ku hedefa bingehîn a operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Cerablûsê ne DAIŞ e. Sancar got, hedef gelê Kurd e. -
Ekrem: Li dijî xeteriya qirkirina spî, em li dora rastiyê li hev bicivin
Ekrem diyar kir, divê Êzidî 'rastiya heyî' bibînin û got, "Di mijara mafên bingehîn de mirov neçar in bifikirin û ji xwe re rêyekê bibînin. Weke civaka Êzidî me ev rê di nava nêrîn û felsefeya Birêz Ocalan de dîtin."