Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hat şermezarkirin.
ANF
TORÎNO
sêşem, 23 gelawêjê 2016, 07:02
Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî bi vê armancê li Pîazza Castello li hev civiyan. Kurdistaniyan bal kişandin ser fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan.
Rojnamevan-nivîskar Laûra Shraîder ku dadgera berê ya sûlh ceza ye, li vê çalakiyê axivî. Shraîder got, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan û êrîşên li hemberî çapemeniya azad, komkujiya li Dîlokê şermezar kir.
Di çalakiyê de li ser tecrîdê, komkujiya li Dîlokê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, belavok hatin belavkirin.