Şandeya HDP’ê ya Îmralî : Divê guh bidin banga KCK’ê

Şandeya HDP’ê ya Îmralî diyar kir ku divê hikûmet, dewlet û hêzên demokrasiyê guh bidin daxuyaniya KCK’ê û bi giringî li ser rawestin û got, ‘’Vê carê divê çareserî û muzakere nebe amûr.’’

Endamê heyetê Sirri Sureyya Onder, ji malbatên mirovên li Dîlokê hatin qetilkirin re sersaxî xwest. Onder got, "Kurteberiya salên dawî, kronolojiya komkujiyan e" û xwest, ji ber vê sedemê, daxuyaniya KCK'ê ji her alî ve bê nirxandin.

Onder bi bîr xist, ku beriya niha dema KCK'ê deklarasyonek eşkere kiribû, li Enqereyê komkujî hatibû kirin û got, "Bi heman rengî li Dîlokê komkujî hat kirin. 5 saet heman piştî vê daxuyaniyê, hewl hat dayîn ev daxuyanî bê pûçkirin."

Onder destnîşan kir, ku gotina herî zêde Ocalan balê dikişîne ser, mekanîna darbeyê ye û wiha dewam kir: "Di nava demeke dirêj de hewl da bi hemû nîşaneyan, vê yekê ji me re û dewletê re vebêje. Wî bal kişand ser çi, ew qewimî. Pûçkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê û mekanîka darbeyê ya beriya destpêkirina muzakereyê ket dewrê, mesele gihand rewşa heyî."

Onder da xuyakirin, ku hewldana darbeyê piştî amadekirina bingehên civakî, aborî û polîtîk hatiye kirin û got, "Ji bo hesab ji darbeyê were pirsîn, divê ewilî mirov li rewşa ku diyalog veguherand şer, binêrin."

Onder diyar kir, ji Pirsûsê heta Enqereyê, hemû komujî û cînayetên siyasî, ji bo bingehê ji darbeyê re amade bikin, hatine kirin.

Onder diyar kir, ji Pirsûsê heya bi Enqerê hemû komkujî û kuştinên siyasî bi mebesta amadekrina zemîna darbeyê ne û wiha pê de çû, ‘’Em çawa dikarin ji nav vî karî derbikevin? Hîç hêvî nîn e?’’ bi berdewamî, ‘’rewş ne ev çend bêhêvî û reşbîn e. Divê kêlî beriya kêliyekê dev ji wê polîtîkayê berdin ku dixwazin ku di ser dijminatiya Kurdan re her kesî bînin rê’’

Onder piştî hewldana darbeyê bal kişande ser tecrîda li ser HDP’ê û got, ‘’Ev tê wê wateyê ku hûn ji vî gelî re dibêjin, ‘’Em gotinên xwe yên yek tîpî, cihêkarî berdewam dikin’’ Mînaka duyê jî ew e ku hûn destûra bingehîn a nû bi vederkirina HDP’ê, tunehesibandina wê, jinedîtî ve hatine daxwazên wê hê destûrke bingehîn a ji qîmetê ketî çêdikin.’’

Onder gotina Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş ku digot, ‘’Çi hatibe serê me ji ber polîtîkaya me ya Sûriyeyê ye’’ bi bîr xist û wiha berdewam kir: ‘’Ji dilê mirov tê ku bibêje, wey ser çavê mamê xwe hatî. Birêz Ocalan li welêt bi Kurdan re aştî û li ser hevkariya bi Kurdan re jî li herêmê ji bo Mîsakî-Mîllî çareserî pêşniyar kiribû û ev jî weke elîfbaya çareseriyê nîşan dabû. Der barê bê ka divê çi were kirin jî xweyî nêzîkatiyên ronîkir û pêşvebir bû. Ev li ber avê berdan.’’

Onder ‘’giyanê Eşme’’ jî bi bîr xist û got bersiva ji vê re jî bûne komkujiyên mezin.

 ‘TEQEZ DIVÊ NEYÊ AMÛRKIRIN’

Berdevkê Şandeya Îmralî Sirri Sureyya Onder wiha pê de çû: ‘’Îro jî zor e ku mirov bikaribe ji vê xefletê dûr em bi hevokên biaxivin. Nêzîkatiyên wan li hemberî komkujiyan hem ji mirovatiyê û hem jî ji rasyonalîteyê dûr in. Lê daxuyaniya KCK’ê ku digot, ‘’Ev ji wê hişmendiyê ku şertan datîne û ferz dike dûr e’’ divê ji hêla hikûmet, dewlet û hêzên demokrasiyê ve nêzîkatiya ku heq dike bibîne. Ji bo vê jî divê her kes seferber bibe. Em ê ji niha û şûn de weke Şandeya Îmralî em ê jî keda xwe têxinê.

Lê ev banga me divê vê hişyarîdayinê jî di xwe de vehewîne. Heya niha agirbest, rewşa bê şerî û pêvajoya çareseriyê hatin amûrkirin. Her carê dema ku bi kêrî pergalê hat û di wan astan de bû rojev. Me gelek caran got, ‘’Wiha nekin’’ Encamên wê pir giran bûn ji berk u hate amûrkirin û nirxê ku heq dikir nedît.

Onder got, heke pêvajoyeke nû wê dest pê bike, berpirsyariyeke mezin dikeve ser her kesî û wiha domand, ‘’Ji bo ku em xwe li amûrkirinê daneynin divê pêşî em vê ji repertuara xwe derxînin.’’

Onder rexne li gotinên nû yên AKP’ê yên têkildarî Esad jî anî û got, ‘’Ne ew dem e ku mirov ji şaşîtiyekê biçe şaşîtiyeke dî, ji bo vegera li nirxên qenciyê yên mirovahiyê dema herî guncan e’’

Onder diyar kir, divê dev ji lîteratura şer biqerin û got, ‘’divê hikûmet, dewlet, hêzên demokrasiyê cidî bibînin. Rêya herî girîng nîqaşkirina meselê ye’’

Onder gotina Ocalan a di Newroza 2013’an de ku digot, ‘’Êdî bila çek bêdeng bibin û fikir sazkar bibin’’ bi bîr xist û got, ‘’Em dibêjin em amade ne ku astengên li pêşiya vê rakin, manîfestoya jiyana hevpar, qada siyaseta demokratîk, berfirehkirina azadiyan, di serî de destûr bi hemû beşên civakê re bi seferberiya hevpar rabin’’

Onder bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan û got, agahiyên ku piştî 15’ê Tîrmehê derketin holê nîşan didin ku darbekar li Îmralî jî bi cih bûne. Onder diyar kir, nêzîkatiya hikûmetê ya li tecrîda Îmralî wê bibe pîvaneke cihê û got, ‘’hikûmet heke dixwaze ji cihekî dest pê bike, divê bi teqezî tecrîda li ser Birêz Ocalan rake’’

GOTINÊN KU DIBÊJIN BI OCALAN RE DAXIVIN DEREW E

Onder di dema bersivdana pirsan de got, piştî daxuyaniya KCK’ê ji hikûmetê hê bangek ji bo wan nehatiye kirin û got, nûçeyên di ‘çapemeniya alîgir’ de ku dibêjin, ‘’bi Ocalan re daxivin’’ dûrî rastiyê ne.

Piştî Onder Idrîs Balûken bal kişanda gotina KCK’ê ya di daxuyaniyê de ku digot, ‘’di mehek û nîvê de mirov dikare derbasî aştiya mayinde bibe’’ û got, ‘’Ev pir girîng e. Behsa îhtîmala aştiyê dikin ku di mehek û nîvê de dikare pêk were. Lê Meclîsa ku divê vê mijarê nîqaş bike girtî ye.’’