Çeteyên DAIŞ’ê ji gundên Şehbayê gelek sivîl revandin
Çeteyên DAIŞ’ê ji 4 gundên herêma Şehbayê bi giştî 142 welatiyên sivîl ên ji hemû pêkhateyan revandine.
Çeteyên DAIŞ’ê ji 4 gundên herêma Şehbayê bi giştî 142 welatiyên sivîl ên ji hemû pêkhateyan revandine.
Li gor nûçeya ANHA’yê ku dispêre çavkaniyên herêmî, îro piştî nîvro, çeteyên DAIŞ’ê gelek şêniyên gundên Qenqoyê, Qebasîn, Qubeşêx û Kenderlî ên li herêma Şehbayê revandine.
Li gor çavkaniyan çeteyan ji gundê Qenqoye li gel zarokan 60 kes, ji gundê Qebasîn 75 kes, ji gundê Kenderlî 7 kes revandine. Tê gotin ku hejmara kesên hatine revandin zêdetir e, lê hejmara teqez hê nehatiye zelalkirin.
Li gor heman nûçeyê, çeteyan welatiyên ji hemû pêkhateyan revandine û ne diyar e ku bê ka bi kû derê ve birine.