Midûrê Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin, di jêpirsîna xwe de got; “Ji ber xwendevanên me dixwazin bûyeran ji hêla PKK û KCK’ê jî bibînin, em van nûçeyan diweşînin. Nûçeyên me carîna bala dezgehên çapemenî-weşanê yên li Tirkiyeyê jî dikşînin û van dikin nûçe.”
Midûrê Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya ku di serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê de bi derbkirinê hatibû binçavkirin û bi îdîayên “endamê rêxistina terorî ye”, “propagandaya rêxistinê dike” û “yekîtî û yekparebûna dewletê xera dike” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hate kirin, di îfadeya dozgeriyê de tewanbarî qebûl nekirin.
Di îfadeya dozgeriyê de Kizilkaya diyar kir ku ji 27’ê Adara 2016’an û vir ve di rojnameya Ozgur Gundemê de wezîfeya midûrtiya karên nivîsê girtiye ser milên xwe, wiha axivî:
“Gerînendeyê Weşana Giştî Bîlîr Kaya ye. Endamên Desteya Şêwirmendiyê ya Weşanê Asli Erdogan, Ayhan Bîlgen, Bîlge Contepe, Fîlîz Koçalî, Necmiye Alpay, Ragip Zarakolû ne. Yê li ser rojnameyê xwedî îmtiyaz e jî Kemal Sancili ye. Di rojnameyê de rêgeza me ya serxwebûna edîtor heye. Ne mimkûn e ku em destwerdana nûçeyê û polîtîkaya weşanê bikin. Polîtîkaya me ya weşanê, xwedî taybetmendiyeke muxalîf e. Em cih didin wan nûçeyan ku dezgehên din ên medyayê cih nadinê. Ez îdîayên mîna propagandakirina rêxistinê qebûl nakim. Nabe mijara gotinê ku em bi talîmatên ji rêveber û endamên rêxistinê nûçeyan çêbikin. Em dem bi dem di rojnameya xwe de cih didin nivîsên kesên ku li çiyê ne. Em van nivîsan di medyaya civakî de lêdikolin.
Girseya me ya xwendevanan bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin ji ber ku dixwazin di aliyê PKK’ê KCK’ê de jî temaşe bikin em van nûçeyan amade dikin. Ti têkiliyên me yên bi reveberiya rêxistinê re nîne. Hinek nûçeyên ku em amade dikin ji bo ku bala dezgehên weşana çepemeniyê ya Tirkiyeyê dikişîne, dikin nûçe. Nûçeyên ku ji dezgehên weşana çapemeniyê ku raya giştî eleqeder dkin, em jî van nûçeyan di rojnameya me de cih digirin. Rewşa malî ya rojnameyê ez nizanim. Li gorî ku ez dizanim hem bi destan û hem bi bayiyan rojname tên belavkirin. Dahatûya rojnameyê ji van deran tê. Ger ku dem bi dem reklam werin em bi cih dikin. Li ser pirsa di darazandinê de ji min pirs kirî ku bi îdîdaya wêneyê Abdullah Ocalan bi armanca propagandakirinê hatiye bikar anîn, qet vê yekê napejirînim. Wêneyê ku mijara gotinê ye; aîdî nushayekî berê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ye. Dîsa têkildarî biyara dadgehê qedexeyên li ser hinek weşanan destdanîna li ser, ji ber ku em dezgehekî medyayî ji aliyê malên weşanê ve kar dikin, hinek pirtûk û belge û pirtûkên ji bo naskirinê hatibûn şandine. Ez ti sûcê li ser min tê ferzkirin qebûl nakim. Her wiha dama ku hatim binçavkirin û birim nezaretê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatim derbkirin, ez polîsan gilî dikim. Daxwaz dikim ku di der barê wan de doz bê vekirin.”
KAYA: EM BI NÊZÎKATIYEKÎ MUXALÎF NÛÇEYAN ÇÊDIKIN
Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameyê Bîlîr Kaya di îfadeya li dozgeriyê sûcên ku li ser ferz dikin qebûl nekir.
Kaya ya ku li Emiyetê mafê xwe yê bêdengiyê kar anî, îfadeya li dozgeriyê wiha ye:
“Ji beriya ku bêm binçavkirin beriya hefteyek yan jî 10 rojan ji bo Gerînendeya Weşana Gitî ya Rojnameya Ozgur Gundemê hatin erkdarkirim. Berpirsê Midûrê Kar Nivîsê Înan Kizilkaya xwediyê ÎmtiyazêKemal Sncili, Endama Desteya Şêwiriyê yê Weşanê Asli Erdogan, Ayhan Bîlgen, Bîge Contepe, Fîlîz Koçalî, Necmiye Alpay û Ragip Zarokolû bûn. Ayhan Bîlgen Parlemeterê HDP’ê yê Qersê ye. Desteya şêwiriyê ya weşanê tim li rojnameyê namînin. Di hinek deman de ji bo şopandina polîtîkayekî çawan û pêşetina rojnameyê û zêdekirina wê kesên ku bi mere dişêwirin. Di distûra çapemeniyê de berpirsyarî, di stûyê midûrê karê nivîsê û gerînendeyê weşandê de ye.
Ti berpirsyaretî li ser stûyê xwediyê îmtiyaz, endamên desteya şêwiriya weşandê de nîne. Dema ku nûçe tên amadekirin tê ferman ji endamên rêxisin yan jî ji rayedarekê nayê girtin. Nûçeyên me bi temamî xwedispêrin çavkaniyên me û bi nêzîkatiyekî muxalîf nûçeyan amade dikin. Li ser torên civakî nivîsên rêveberên kadroyên rêxistinê yên çiya dibînin û di rojnameya xwe de diweşînin. Li vir aramanca me ne propagandakirina rêxistinê ye. Bi perspektîfekî din nûçeya pêşkêşî xwendevanê xwe dikin. Armenca me ya li vir nêrînên kesên cuda di raya giştî de bên gotûbêjkirin. Nexasim dezgehên weşanê yên mîna rojnameyên (Yenî Şafak, Sabah û h.w.d) jî nûçeyên me bi kar tînin. Ji ber ku ez nû li rojnameyê kar dikim têkidarî maliyeyê ne xwedî ti agahiyanim. Ez nizanim dahatûya rojnameyê çawe tê. Li gorî texmîna min dahatûya ji frotina rojnameyê xebatên rojnameyê tê meşandin. Rojnameyên ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser yên berê orjînala wê nîne. Polîtîkaya weşana rojnameyê rêxistina PKK/KCK nizane. Însyatîf di destê midûrê karê nivîs û gerînendeyê weşana giştî de ye. Sûcên mîna endamê rêxistinê û çek li gel dîtin qet qebûl nakim.”