HDP: Pêwîst e deklerasyona KCK’ê heba nebe

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen: Em deklerasyona KCK’ê erênî dibînin û wek firsendekê jî pêwîst e ku bê nirxandin. Ji bo di pirsgirêka Kurd de atmosfereke aştiyane çêbibe divê ev bang heba nebe.

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya xwe HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê, diyar kir ku deklerasyona KCK’ê ya bi qetlîama Dîlokê hate bersivandin, ji bo aştiyê firsendek dîrokî ye, ev bang li desthilatdariya AKP’ê kir; “Ji bo ev ber avê neçe, pêdiviyên wê bi cih bîne.” Bîlgen li ser daxuyaniyên piştî qetlîama Dîlokê ku PKK û DAÎŞ li yek milî digirtin û digotin, “Ev bi hev re dixebitin” nerazîbûn nîşan da, wiha axivî; “Tu li navenda Enqereyê nizane bê ka çi li Fermandariya Giştî diqewime, tew îca radibe der heqê rêxistinan de hikmê dide.”

Di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de bûyerên herî dawî hatin nirxandin. Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen têkîldarî civînê ji çapemeniyê re axivî. Bîlgen bal kişand li ser xebatên li Meclîsa Tirk, diyar kir ku hin rêkûpêk li ser navê hilbijartin û demokrasiyê fikaran ava dike, wiha dewam kir: “Pir balkêş e ku hevpeymana bi Îsraîlê re jî piştî ku duh û pêr Gazze bomberdûman kiribû anîn rojevê.” Bîlgen li ser bêdengiya derdorên desthilatdariyê ya li beramberî êrîşên Gazzeyê rawestiye û ev anîn ziman: “Ev derdor ti nerazîbûnan nîşan nadin, bêdeng dimînin, tu dibêjî qey parçeyekî ji hevpeymana Îsraîlê ne.” Bîlgen têkîldarî mijarê rexneyên xwe li partiyên muxalefetê jî kir, got; “Parlamenterên partiya muxalefetê yên li ser kursiyê rexneyên giran pêş dixin, dema dengdayinê de deng bi kar naynin. Ez vê ji raya giştî re dihêlim. Ev ew mijara zelalbûnê ye ku divê hesabê wê bidin gel.” Bîlgen bal kişand ku tevî îmaja li ser civakê çêkirine jî destûrê nadin ku wekîlên koman ji ber hevpeymanan dengê xwe bi kar bînin.

Bîlgen têkîldarî bûyerên dema hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û piştî wê nirxandin, diyar kir ku piştî mehek di ser darbeyê re bihurî û Meclîs ket betlanê hê nû AKP’ê endam daye komîsyona lêkolînê, wiha dewam kir: “Ev jî nîşan dide ku bê AKP’e di vê mijarê de çiqasî bêdil e.” Bîlgen bi bîr xist ku komîsyon encax dikare di meha Cotmehê de dest bi xebatan bike.

Bîlgen têkîldarî mûtabaqata mabeyna AKP, CHP û MHP’ê de û lezandina avakirina destûra bingehîn jî axivî, ev bi lêv kirin; “Em van nêzîkatiyên ku di xebatên destûra bingehîn de partiyekê tine dihesibînin ji milê exlaqê siyasetê rexne dikin, ev dervehiştin û cihêkirinek eşkere ye. Hêvîdar in ku wê partiyên desthilatdariyê û muxaleftetê karibin encamên vê yên siyasî ji gel û dîrokê re vebêjin.”

Bîlgen destnîşan kir ku pêwîst e qasî naverok dema avakirinê de jî de destûra bingehîn demokratîk be, ragihand ku divê destûra bingehîn bi rêbazên tevlî dike ve bê damezirandin, got; “Ev mijara rewabûnê ye.”

Bîlgen wiha pê de çû: “Gotinên mîna ‘em dikarin beriya cejnê mizginiyê bidin’, wê wek gotina ‘vî teyrî çi zelq kir’ derkeve holê.”

Hewldanên bêyî HDP’ê yên ku her 3 partî ji bo destûra bingehîn pêş dixin jî Bîlgen wek ‘hewldanek korsan’ nirxand, destnîşan kir ku xwe dane bendê ku li gor sazkirina destûra bingehîn cîdiyetek bê raberkirin.

Ayhan Bîlgen got wan têkildarî deklarasyona KCK’ê guftûgo kirine û wiha got, ‘’Têkildarî banga KCK’ê nîqaş têne kirin, di vê babetê de me bang li hemû aliyan kir. Em daxuyaniya KCK’ê erênî dibînin û weke rewşeke ku divê weke fersendê were nirxandin dibînin. Ji bo ku di arîşeya Kurd de mirov li atmosfera aştiyê vegere, divê mirov vê bangê li ber avê bernede.’’

Bîlgen diyar kir, wan têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiya Dinyayê plansaziyek girêdane û got, di navbers 1-7’ê Îlonê de ew ê mîtîng û çalakiyan li dar bixin. Bîlgen diyar kir, ew ê li bajarên Tirkiyê wê destekê bidine çalakiyên hêzên ked û demokrasiyê û li bajarên Kurdistanê yên wekî Wan, Riha, Colemêrgê jî xwe ji çalakiyên girseyî re kar dikin.

Bîlgen bal kişanda ser komkujiya Dîlokê ya piştî deklarasyona KCK’ê û got, ‘’di dîroka Tirkiyê ya siyasî de ev xale zîvîronekê ye’’ û bi berdewamî wiha pê de çû, ‘’ Dema ku me digot Tirkiye bi şertên darbeyê tê birêvebirin, ji me re digotin, ‘’serdema darbeyan qediyaye’’ û guh nedidan gotinên me. Em careke dî jî dengê xwe li wan dikin. Ev provaya şerê navxweyî ye. Em ne ku vî tiştî dixwazin dibêjin, em talokeyê dibîninin û dixwazin beralî bikin.’’

Bîlgen wiha bi nav axaftina xwe de çû: ‘’Têkildarî êrîşê ku hedefa wê sivîl bûn, hê beriya ku çend saet jî di ser re derbas bibin, daxuyaniyên ku partiya me ji xwe re dikin hedef metirsîdar in. Ji ber hurmetdayina me ya li cinazeyan, ji ber ku hê taziya me li erdê ye, em wekî helwesteke sincî nabînini ku têkevin nav polemîkan. Lê mesajên ku têne dayin, ku bi komkujiyê re mirov bîne cem hev, girizînokê bi laşê mirov dixin. Li şûna ku hesab bidin bê ka çima ew dereng hatine cihê komkujiyê, bi daxuyaniyeke fermî dibêjin, çima HDP zû çû wir.

Berteke li rewşa cinazeyan de ne rewşeke wiha ye ku mirov bertekê bide, rewşeke wiha ye ku divê mirov fêhm bike û ji xwe re aqil jê derxîne. Di cinazeyan de ji ber ku me hewceyî pê dît ku divê hemû partiyên siyasî li cem hev bin, me di vî alî de hewl da lê rewşa li rewşa hêrsa girseyê rê neda v îtiştî. Daxuyaniyên wezîran û berdevkên AKP’ê daxuyaniyên ast nizm in. Diyar kirin bê ka kîjan partî çend deng standine.’’

Bîlgek got, rexneyên li HDP’ê bi wê mebestê ne ku desthilatdarî  dixwazî pê‘’ser sûcên xwe bigire’’ û bi berdewamî, ‘’26’ê Hezîranê ji bo Dîlokê me pêşniyarnameyek lêkolînê da. Ji ber ku AKP’ê qebûl nekir ev nehate lêkolan, xwediyên cinaze jî, hemû kesên ku li Dîlokê dijîn jî dizanin bê ka ew bajar çawa hatiye vê rewşê. Bîlgen bertek nîşanî wê de ku piştî komkujiya Dîlokê hewl tê dayin ku di navbera DAIŞ û PKK’ê de têkilî were danîn û gotinên ‘’terora kokteyl’ê. Bi berdewamî Bîlgen wiha diyar kir, ‘’15’ê Tîrmehê darbe çêbû. Haya te wê jê nebe ku li navenda Enqerê, li navenda Serekerkaniyê çi dibe lê tu yê bizanibî navendên rêxistinan hevkariya hev dikin. Polîtîkayên ewlekariyê vê ne cidîbûnê ranagirin. Haya we jê nîn e bê ka li welatê we çi dibe lê hûn quretiyan dikin û dibêjin rêxistinên terorê çawa dixebitin. Li gor me ji bo ku zêdetir xwîn neherike, bêhtir dem ji destê me neçe, divê desthilatdariya siyasî berpirsyar be. Berê ji bo ku nebêjin DAIŞ digotin terora kokteyl niha vê bi sazîbûyî bi kar tînin. Serokkomar roja pêşî got, ‘’daneyên ku DAIŞ’ê destnîşan dikin hene’’ û bi vî awayî dixwazin civakê qanih bikin ku ne DIAŞ’ê kiriye.’’