BI DÎMEN

Li Bielefeldê standa agahdarkirinê hate danîn

Li Bielefeldê bi dirûşma “Ji bo Rêber Apo re azadî ji Kurdistanê re aştî“ standa agahdarkirinê hate danîn û belavok hatin belavkirin.

Li Jahnplatz a bajarê Bielefeld ê Elmanyaya ji bo azadiya Rêber Apo standa agahdarkirinê hate danîn. Di standa ku ji aliyê Kurdistan Centrum Bielefeld, NAV-YEK û Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) ve hate danîn de, belavokên ji bo azadiya Rêber Apo hatin belavkirin.

Nûnerê SMJÊ’yê li standê axivî û got, "Em ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li vir in. Rêber Apo di 27’ê Sibatê de ji bo aştiyê gavek avêt. Hemû cîhan li pişt vê banga aştiyê ye, lê dewleta Tirk ji bo aştiyê gavan navêje, aştiyê naxwaze. Her roj zarokên me bombebaran dike û qetil dike."

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin.

Di çalakiyê de belavoka ku balê dikişîne ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hate xwendin û wiha hate gotin: “Îradeya siyasî ya gelê Kurd Rêber Apo ji sala 1999’an vir ve li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Rêber Apo dixwaze ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe."

Piştî daxuyaniyê, li qadê belavok hatin belavkirin.