Ji Nazim, Cîhan û Egîdan re bêjin em bi ser ketin
Îro giyanên bi dehan şehîd rihete, îro Talaya bê dayîk û bav weke firatê bejna xwe dirêj bûye. Îro roja serkeftinê ye û têkçûna dagirkeriyê ye.
Îro giyanên bi dehan şehîd rihete, îro Talaya bê dayîk û bav weke firatê bejna xwe dirêj bûye. Îro roja serkeftinê ye û têkçûna dagirkeriyê ye.
Li ser rêya bendava Tişrînê ji 8`ê Çileyê û vir ve berxwedaniyeke bê hempa destpê kirî. Mînaka vê berxwedaniyê li tu deverê cîhanê nehatiye dîtin û kirin. Gelên li herêmê yên xwedî îradeyek ji polayê ne berxwedaneke bi vî rengî hilbijartin.
Li vî alî top tên avêtin, li wî alî balafira bêmirov û li aliyê din jî balafirên şer her derê topebaran dike. Ev yek bi xwe ev hovîtî ye û tirsa ji îradeya gel a ji polayê ye. Li ser wê rêyê, balafiran hemû rê topbaran dikirin, rê bi qasî geliyekî kûr bûye. Dixwazin pêşî li gel bigirin. Lê nizan in ku ev rihê xwişk-biratiya gelan e wê teqez faşîzim û çeteyê wê têk bibin.
Jin, zarok, kalemêr û heta bi ciwanan bêy teredûd bi hezaran bûn nobedarê bendavê. Ji zarokên yek salî û heta bi extiyarên 90 salî, ew li wir bûn… Li cihê xwe bûn, li ser axa xwe bûn û li welatê xwe bûn… Wan soz daye şehîdên xwe.
Li ser rêyê êrîş bênavber didomin. Li aliyekî birîndar û aliyê din şehîd… Li aliyekî din jî dayîkên bejna xwe weke çiyayan bilind tilîlî dikin û dibêjin `Em ji mirinê mezintir in`. Belê mirin çiye li hemberî vê berxwedaniyê? Mirin tune, bi tenê berxwedanî heye… Ew berxwedanî jî mirovan teqez digihîne serkeftinê.
Li ser rê ambulans û wesayîtên nobedaran ên şewitî hene. Li ser her yekê jî findeke ku heta hetayê pêkeve vêketiye. Li ser wê bendavê, zarok bê bav-dayik, xwişk û bira man! Lê ew niha bi ser ketin, ew bûn berxwedêr.
Tala ya ku dayik û bavê wê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, niha serbilind û serketî ye. Heta ber bi rojê jî bilind dibe. Çivîkan giyanê bav û dayika wê anî, ew jî serkeftinê pîroz dikin. Ew in yê ku soz dan û layiqî wê sozê derketin. Îroj tala sekeftî ye û berxwedêra bendavê ye.
Ji Egîdê rojê re bêjin, kamereya wî bi ser ket, çemê Firatê jî ji xumîniya xwe ve diyare ku bi ser ketiye, Egîdê ku bejna xwe ji rojê bilindtir û şewqa xwe jê bihêztir re bêjin bi ser ket. Mizgînî bidin Cîhan û Naziman, bêjin warê we bi ser ketiye. Warê me ye, çema me ye û axa me ye.
8`ê Çileyê dîrokeke, îro jî dîrokeke. 5'ê Gulan dîroka serkeftinê ye. Serkeftina heta hetayê ye û têkçûn a dagirkeriyê ye. Dagirkerî têk çû, dayikên bejin çiya bi ser ketin. Em ji Egîdan, Naziman û Cîhanan heta bi talayan re em bi ser ketin.
EM BI SER KET IN…