Rojnameyeke nû dest bi weşanê kir
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî (Demokrasiya Azadîxwaz) li Tirkiyeyê dest bi weşanê kir.
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî (Demokrasiya Azadîxwaz) li Tirkiyeyê dest bi weşanê kir.
Komek ji rojnamevanên azad rojnameyeke nû derxistin. Hejmara destpêkê ya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî (Demokrasiya Azadîxwaz) îro derket.
Hejmara destpêkê ya rojnameyê ji 12 rûpelan pêk tê. Rojname bi manşeta "Zarok li taxê nehiştin" derket.
Di nivîsa sereke ya rojnameyê de ku bi sernavê "Tarîtî li pey me ma, ronahî jî li pêşiya me ye" hat weşandin, hat gotin "Şerê di navbera tarîtî û ronahiyê de bi me destpê nekir û wê bi me neqde. Ozgurlukçu Demokrasî, wê bibe xelekek ji vê zincîrê. Ne ya destpêkê ne jî ya dawî... Me berê xwe dane aso û em dimeşin. Tarîtî li pey me ma, ronahî jî li pêşiya me ye. Bila rêya me vekirî be!"