Bi hezaran kes serketina berxwedana serdemê pîroz kirin
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serketina berxwedana Bendava Tişrînê ya ku 118’an rojan berdewam kir, bi coşeke mezin pîroz kirin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serketina berxwedana Bendava Tişrînê ya ku 118’an rojan berdewam kir, bi coşeke mezin pîroz kirin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku ji 8’ê Çileyê ve li dijî êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê li ser Bendava Tişrînê dest bi nobedê kiribûn, piştî gihîşt armanca xwe dawî li çalakiya xwe anîn. Bi hezaran kes ji bo pîrozkirina serketina berxwedana serdemê li gelek bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gel daketin kolanan û serkeftina berxwedanê pîroz kirin.
Li qadan posterên Rêber Apo, rojnamevan Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Egîd Roj ên ku dema berxwedanê dişopandin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û şehîdên din ên Tişrînê hatin hilgirtin.