Kantonên Rojava: Kiryarê komkujiya Dîlokê hikûmeta Erdogan e

Koordînasyona Kantonên Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Dîlokê pêk hatî şermezar kir û got berpirsê komkujiyê Erdogan û hikûmeta wî ye.

Der  barê êrîşa xwekujiyê ya li Dîlokê, ku di encamê de 53 Kurd hatibûn qetilkirin û bi 100’an kes birîndar bûn, Kordînasyona 3 Kantonên Rojava daxuyaniya nivîskî da û komkujî bi tundî şermezar kir, bang li qada navnetewî kir ku dengê xwe li Erdogan û hikûmeta wî bikin.

Daxuyaniya Kordînasyonê bi vî rengî ye:

‘’Şeva Şemiya 20’ê Tebaxa 2016’an de, li bajarê Dîlokê,li Bakurê Kurdistanê  komkujiyek hovane pêk hat, ku di encamê de 53 kes şehîd bûn û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn, ku piraniya wan jî endam û alîgirên HDP’ê bûn.

Tirkiye ya ku rastî derbeyek leşkerî û aloziyek dijwar hat, heya niha rastî tu êrîşek wiha hovane nehatiye. Eger nîşaneya vê yekê hebe ew jî ew e ku hikumeta Erdogan a Faşist ev komkujî bi ser gelê me yê Bakurê Kudistanê de pêk aniye. Cihê ku komkujî lê qewimî, zemanê wê û Kurdên ku hatine hedefkirin vê yekê teqez dikin. Ev jî dikeve çarçoveya rêzeçalakiyên tolhildanê yên hikûmeta Tirkiye, ku destek dide terorê.

Em  Kordînasyona her sê Kantonên Rojava vê komkujiyê şermezar dikin û dibêjin ku Erdogan û koma çeteyên li dora wî, berpirsên vê komkujiyê ne. Em bang li civaka navnetewî dikin ku li hember van kiryarên hovane yên hikûmeta AKP’ê rawestin. Dîsa jî bi vê mebestê em bi kul û xem sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.’’