ROJANE
Hemû Nûçe
-
Operasyonên qirkirina siyasî: 12 kes hatin binçakirin, kesek hat girtin
Operasyonên qirkirina siyasî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dikin. Li Amed, Şirnex, Osmanyiyeyê herî kêm 10 kes hatin binçavkirin, kese jî hat girtin. Li Îzmîrê jî rêveberên Partiya Şoreşger hatin binçavkirin. -
Xebatkarên Ozgur Gundemê yên binçavkirî: Bila her kes bên Çaglayanê!
Ji xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê yên hatin binçavkirin 22 rojnamevan, ji bo lêpirsîna li dozgeriyê wê sewqî Edliyeya Stenbolê bên kirin. Xebatkarên rojnameyê bang li her kesî kirin, ku bên Edliyeyê û xwedî li rojnameyê derkevin. -
Ji DYA daxuyaniya li ser 'Ozgur Gundemê'
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Mark Toner got, "Dema em dibînin saziyeke serbixwe ya medyayê tê girtin, em timî dikevin nava fikaran. Di vê mijarê de em zelal in." -
Li ber avahiya Gundemê civîna li ser rojeva nûçeyan hat lidarxistin
Rojnamevanên di çarçoveya 'Nobeda Çapemeniya Azad' de piştgiriyê didin rojnameyê, civîna xwe ya li ser rojeva nûçeyan, li ber avahiya rojnameyê ya hatiye girtin, lidar xistin. -
YRD'ê ji bo Ozgur Gundem banga piştgiriyê kir
YRD'ê nerazîbûn nîşanî girtina Ozgur Gundemê da û bang li saziyên navneteweyî û şexsiyetan kir, ku piştgiriyê bidin rojnameyê. -
Ozgur Gundem îro jî gihîşt ber destê xwendevanan
Rojnameya Ozgur Gundemê, ku pêr ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat girtin û xebatkarên wê hatin binçavkirin, îro jî gihîşt ber destê xwendevanan. Rojname bi 4 rûpelan û bi manşeta 'PIŞTGIRÎ MEZIN DIBE' hat weşandin. -
Elmanya ji naveroka belgeya têkildarî Tirkiyeyê ne poşman e
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere îdîa kir, ku eşkerebûna agahiyên li ser têkiliya Tirkiyeyê bi komên tund ên Îslamî re 'şaşitî' bû û destnîşan kir, ku ji ber naveroka vê belgeyê ew ne poşman in. -
'Li Girtîgehên Sûriyeyê bi qasî 18 hezar girtî mirin'
Di navbera Adara 2011'an û Kanûna 2015'an de li gelemperiya Sûriyeyê, 17,723 girtî mirin. -
Elmanyayê careke din çek ji Başûrê Kurdistanê re şand
Elmanyayê ragihand, sewqiyata çekên ji bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji nû ve hatiye destpêkirin. -
Işik: Divê hevdîtinên bi Ocalan re ji nû ve destpê bikin
Nivîskar rojnamevan Fehîm Işik işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û diyar kir, divê hevdîtinên bi sermuzakerevan Ocalan re ji nû ve destpê bikin. -
Di êrîşa çeteyan a li ser Şêx Meqsûdê de 11 kes birîndar bûn
Di encama êrîşên çeteyên girêdayî SÛK’ê ya ku AKP piştgirî dike de, 11 kes ku di nav de zarokekî 12 salî jî heye birîndar bûn. -
Birayê parlementerê Dersimê Alîcan Ûnlû Alî Hidir Onlu jiyana xwe ji dest da
Birayê Parlementerê HDP’ê y êDersimê Alîcan Unlu, Alî Hidir Unlu îro li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. -
Li Romayê tecrîd hate protesokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê protestokirin. Li paytext Îtalya ya Romayê li Pîazza Venezîa yê çalakiya protestoyê hate lidarxistin. -
Li ser hikûmeta Elman zext tê çêkirin da ku belgeyên têkildarî Tirkiyê eşkere bike
Piştî ku agahiyên têkildarî têkiliya çeteyan û Tirkiyeyê yên Wezarata Karê Hundir a Elman gihabû ber raya giştî, li ser hikûmeta Merkel zext zêde dibin. -
CRA: Ozgur Gundem li hember zextan serî netewand
CRA: Rojnameya Ozgur Gundem tevî hemû zext û êrîşan serî netewand, mîrasê ku ji Gurbetelî Ersoy, Mûsa Enter, gelê Kur û gelan girtî,dengê gel bi şiyara “Rastî di tarîtiyê de namîne” jiyana xwe ya weşanê dewam kiriye. -
YPG’ê nasanemeya şervanê xwe yê Emerîkayî Wîllîam Savage eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyekî nasanamya şervanê xwe yê Emerîkayî Wîllîam Savage (Amed Kobanê) ê ku di 10’ê Tebaxê de di pêgava rizgarkirina bajarê Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir. -
Çalakiyên li dijî tecîd û pêngava 15’ê Tebaxê bi bandor dewam dikin: Li gel 28 polîsan, 23 leşker jî hatin kuştin
Çalakiyên gerîlayan ên bi bandor ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi bîranîna pêngava 15’ê Tebaxê li dar dixin, bênavber dewam dikin. Di encama çalakiyan de li gel 28 polîsan 23 leşker jî hatin kuştin. -
Dayikên Aştiyê ji bo Ocalan nobedê digirin
Meclîsa Dayikên Aştiyê bi şîara, ‘’li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe xwedî derdikevim’’ li Galatasaray a Stenbolê çalakiya nobetê da destpêkirin. -
Li Silopiya û Licê 5 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên li Silopiyayê de 4 kes hatin binçavkirin, ku zarok jî di nav de heye. Li Licê jî Cîgirê Hevşaredar Kadîr Bayram hat binçavkirin. -
Yuksekdag: Ozgur Gundem em in, mafdarî û wêrekiya me ye
Yuksekdag got, "Ozgur Gundem em in, mafdarî û wêrekiya me ye. Em li ku bin, Ozgur Gundem li wir e. Gava pêwîstî pê hebe, em hemû nûçegihan û belavkarên Ozgur Gundemê ne." -
Rewşenbîr û hunermend wê ji bo Ozgur Gundemê li Enqereyê bimeşin
Hewldana Rewşenbîr û Hunermendan a Enqereyê, ji bo piştgiriyê bidin rojnameya Ozgur Gundemê wê bimeşe. -
Li Rûsyayê 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin, tecrîd hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Tambovê dijîn, 32. Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. -
Bi pêşengiya jin û ciwanan çalakiyên li Ewropayê dewam dikin
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya jin û ciwanan dewam dikin. Di çalakiyan de her wiha Pêngava 15'ê Tebaxê û serketina Minbicê jî hatin pîrozkirin. -
Asûrî-Suryaniyan destek dan Ozgur Gundemê
Kongreya Gel a Mezopotamyayê, girtina rojnameya Ozgur Gundemê şermezar kir. Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê, ku saziya siyasî ya gelê Asûrî-Suryanî ye, li ser girtina Ozgur Gundemê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Nivîskara Ozgur Gundemê Erdogan hat binçavkirin
Piştî girtina rojnameya Ozgur Gundemê, endama Desteya Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan hat binçavkirin.