Greva birçîbûnê ya Êzidiyan a li ber CPT wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê bike

Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) îro dst bi greva birçîbûnê dike.

Grev wê saet di 12:00 de bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê bike.

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarên Elmanya, Fransa û Swîsre yên li nêzî Strasboûrgê, wê di dema daxuyaniyê de amade bin.

Greva birçîbûnê wê bêdem-bi dorveger bê lidarxistin û tevî endamên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, Kurdên ji baweriyên din jî ji bo destekkirinê tevlî bibin.