40 çeteyên DAÎŞ’ê radestî Iraqê hatin kirin

Di çarçoveya lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Iraqê de zêdetirî 40 çeteyên DAÎŞ’ê yên li kampên Roj û Holê radestî rayedarên Iraqê hatin kirin.

Hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê yên li Kampa Hol û Roj û malbatên wan dewam dikin. Di vê çarçoveyê de peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Iraqê de zêdetirî 40 çeteyên DAÎŞ’ê radestî Iraqê hatin kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rayedarên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin çavdêriya Koalîsyona Navneteweyî de zêdetirî 40 çeteyên DAÎŞ’ê radestî rayedarên Iraqê kirin. Çete li Deriyê Til Koçer hatin radestkirin.