YPG: Êrîşên rejîma Sûriyeyê û Tirk dewam dikin
YPG’ê diyar kir ku rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk êrîşî xaka Federasyona Bakurê Sûriyeyê dikin, ji ber van êrîşan jî hevalên wan Roza Botan û Qehreman Dêrik şehîd ketine.
YPG’ê diyar kir ku rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk êrîşî xaka Federasyona Bakurê Sûriyeyê dikin, ji ber van êrîşan jî hevalên wan Roza Botan û Qehreman Dêrik şehîd ketine.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku di roja 16'ê Tebaxê de hêzên rejîma Sûriyeyê û pêxwasên wê li sûka bajarê Hesekê careke din êrîşî welatiyên sivîl kirine û got; “Êrîşkarên rejîmê ku li hember bersiva Asayîşê berxwedana wan şikest, taxên bajar dan ber çekên giran, top û hawanan, her wiha balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê jî di nava du rojan de zêdetirî 10 herêmên sivîl bombebaran kirin û di encam de bi dehan kes şehîd û birîndar kirin.”
YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de têkîldarî şer û şehadeta Roza Botan û Qehreman Dêrik ev gotin:
‘HEVALA ROZA BOTAN DI ŞERÊ HESEKÊ DE LI NUQTEYÊN HERÎ PÊŞ HETA DAWIYÊ ŞER KIR’
Ji ber êrîşên ku li ser gelê Hesekê pêk hatibû Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxele kir û li dijî nuqteyên rejîmê çalakî li dar xist. Şervanên Hesekê hin herêmên di bin dagirkeriya rejîmê de rizgar kirine û li gelek taxan bi pêş ve diçin. Di şer de ku heta vê kêliyê bi dijwarî dewam dike, hevala me Roza Botan li nuqteyên pêş ên şer heta dawiyê li hember êrîşên rejîmê li ber xwe da û gihişte şehadetê.
‘HEVALÊ ME QEHREMAN DÊRIK JI BER GULEBARANA DEWLETA TIRK ŞEHÎD KET’
Ji aliyê din artêşa Tirk ku ev demeke dirêj e dijminahiya xwe li hember Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi êrîş û destdirêjiyên li ser sînor nîşan dide, di 20'ê Tebaxê de nuqteyek yekîneyên me yên parastina sînor li gundê Batirzan a girêdayî Girekê Legê dan ber gulebarana xwe. Di vê êrîşa rasterast de hevalê me Qehreman Dêrik bi giranî birîndar bibû, lê tevî hemû hewldanan nehate xelaskirin û gihişte şehadetê.
Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di serî de ji malbata şehîdan, em ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Xebat û xwîna şehîdan ti carî vala nebûye, soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û em ê tekoşîn bikin ku layiqê şer û berxwedana hevalên xwe bibin.”
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
Nasnav: Roza Botan
Nav û Paşnav: Narîn Tatli
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Silêman
Cihê Jidayikbûnê: Hezex
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 20-08-2016
***
Nasnav: Qehreman Dêrik
Nav û Paşnav: Qehreman Ismaîl
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Mihemed Xelîl
Cihê Jidayikbûnê: Dêrik, Carudiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Girkê Legê, Batirzanê / 20-08-2016