Piştî bûyerên dawî Mesûd Barzanî wê biçe Enqerê

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi mebesta hin têkiliyan deyne wê biçe Enqerê. Tê payin ku Barzanî bi Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîrê Tirk Yildirim re hevdîtinê bike.

Herî dawî dema ku Kanûna 2015’an Mesûd Barzanî çûbû Tirkiyeyê, bajarên Kurdan bi tank û topan dihate bombekirin.

Balkêş e ku ziyareta Barzanî ketiye demeke wiha ku AKP û rêveberiya Erdogan dixwazin li dijî Kurdan tifaqa Rûsya, Îran, Esad deynin û dixwazin hin hêzên din jî tevlî nav vê hevkariyê bikin.

Her wiha Alîkarê Serokê DYA’yê Joe Bîden 24’ê Tebaxê wê were Enqerê.

Bîden wê bi Erdogan û Yildirim re hevdîtinekê bike. Tê gotin Bîden bi mijara daxwaza ku Fethullah Gulen bidin Tirkiyê, tê.