BI DÎMEN

Dosyaya komkujiya Roboskî çû DMME

Malbatên 34 kesên ku di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dayin, ji ber ku daraza Tirk ser komkujiyê digire, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.

Li ser navê malbatan Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu bi sedan belgeyî dosya Roboskî da DMME’yê

28’ê Kanuna 2011’an li Roboskî ya Qilebanê bi fermana Serokwezîrê wê demê yê Tirk Erdogan balafira şer a Artêşa Tirk 35 Kurd kuştibûn, piştî ku rêya hiqûqa Tirkî xitimî dosya çû DMME’yê.

Îro têkildarî dozê bi sedan belge û CD’yan Ferhat Encû çû DDME’yê û serlêdana dozê da rayedarê dadgehê yê Tirkiyê.

Encû têkildarî mijarê wiha got: ‘’28’ê Kanunê bi balafirên şer ên Tirkiyê 34 mirovên me hatin qetilkirin. Ev 5 sal in ku me têkoşîna dadmendiyê dida. Dosya pêşî dane dozgeriyê, piştre ji Dozgeriya Xweyî Rayeyên Taybet re şandin. Piştre biryara xefiyê li ser dosyayê danîn û nehiştin ku malbata xwe bigihînini naveroka dosyayê. Piştre Dozgerê Xweyî Rayeya Taybet biryara nepeywiriyê da û şand dozgerê leşkerî. Piştî bi salek û nîvê jî biryara neşopandinê li ser hate dayin û ser dosyayê girtin.

Piştre me serlêdanên malbatan bi kar anîn, bi 1100 parêzerî me serî li Dadgeha Destûrê da. Mixabin Dadgeha Destûrê bi hin hêncetên bêbingeh nehişt ku dosya têkeve esasê û li Tirkiyê rêya hiqûqê hate girtin.

Me jî piştî xebatên 3-4 mehan Dosya Roboskî  bir DMME. Helbet dema ku ser vê dosyayê dihate girtin, kujer dihatin parastin me têkoşîneke zêde da. Deriyekî ku me lê nedayî, rayedarê partiyekê ku em neçûn balê nema.

Em bi Serokwezîrê wê demê Erdogan û Serokkomarê niha Erdogan re jî axivîn. Di wê baweriyê de ye ku divê kujer bêne darizandin û cizakirirn.. Lê mixabin ti gav neavêtiye. Li vir tim kujerên Roboskî parastiye.

Di dosyayeyeke wiha de ku di nav gel de hêrseke mezin çêkir, hê jî li rayedarekî nepirsî bin, nîşan dide bê ka çi qasî pergala Tirkiyê ya hiqûqê genî bûye û çawa dewletê diparêze û welatiyan naparêze.

DAXWAZA ME JI DMME’YÊ BI HEQÎ NÊZÎK BIBE

Daxwaza me ji rayedarên DMME’yê, raportar û kesên ku biryara wê bidin ew e; ‘Bi heqî nêzîkî vê dosyayê biin û bi vî awayî Tirkiye mehkûm bikin. Divê ne tenê bi awayê madî bigirin dest, bi derxistina berisyaran û cezakirina wê çareser dibe.

Em bawerin ku biryarên ku hiqûqê bandor bikin, li ser Tirkiyeyê bandorê çêbike bên dayîn.

Em dibêjin ku; Eger ku faîlên Qetlîama Roboskiyê bihatiba eşkerekirin, berpirs bihatiba darezandin û cezakirin, carekî din li Roboskiyê qetlîam nedihatin pêkanîn. Lê, mixabin heta roja îro ev kujer hatin parastin û xwedîkirin.

Ji ber ku heta roja me ya îro tevî hemû rê û rêbazên serlêdana dadgeh,daraz û her cûre qanûnê li Tirkiyeyê hate dayîn lê mixabin bi awayekî biplane û zanîstî faîlên qetlîam û berpirs nehatin cezakirin, ji ber vê yekê me serî li Dadgaha Mafê Mirovan a Ewropayê da. Hêviya me ji DMME’yê ew e , biryarên ku kujer bên dadgehkirin û bên cezakirin bigirin. Di wê baweriyê dene bi cezakirina hem aliyên siyasî û hem jî aliyên leşkerî, wê gavekî rast be.

Di vê pêvajoya mayî û şûn de daxwazên me; di demekî pir kurt de biryar bên girtin, biryarekî li gorî daxwazên me bên girtin û dayîn. Em texmîn dikin ku di nava 2 salan de wê dosya bigihije encamê. Ya ku parêzeran ji bo me dayî diyar kirin ev e; wê di nava 2 salan de çareser bibe.”

...