BI DÎMEN

Komkujiya li Dîlokê li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin

Komkujiya li Dîlokê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.

Komkujiya li Dîlokê, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.

HELSÎNKÎ: Kurdistaniyên li paytexta Fînlandiya Helsînkî li hev civiyan, komkujiya li Dîlokê bi destê çeteyên DAIŞ'ê hat kirin, şermezar kirin. Di vê çalakiyê de hat ragihandin, haya îstîxbarata Tirk ji vê komkujiyê hebû û hat gotin, ne tiştekî rasthatî ye ku heman piştî daxuyaniya KCK'ê hat kirin.

BÎEL: Li bajarê Bîel ê Swîsreyê, bi pêşengiya Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan çalakiyeke rûniştinê li Zentraplatzê hat lidarxistin. Di dema çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û komkujiya li Dîlokê hat şermezarkirin. Çalakî bi xwendina sirûda 'Çerxa Şoreşê' qediya.

ZURÎCH: Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Dîlokê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Tirk a li Zurîchê li hev civiyan. Di daxuyaniya li vir de hat gotin, divê Erdogan li dadgeha navneteweyî were darizandin.

KOPENHAGEN: Di çalakiya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê de, Şaredarê berê yê Kopenhagenê Vîllo Sîggûrdson ê Sosyal Demokrat axivî û got, "Li şûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê Erdogan niha di girtîgehê de be."

CENEVRE: Kurdistanî û dostên wan li ber postaxaneya mezin a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li hev civiyan û komkujiya li Dîlokê şermezar kirin. Di çalakiyê de qurbaniyên vê komkujiyê hatin bîranîn.

BERN: Li ser banga HDK Bernê, pêkhateyên HDP'ê li ber Bahnhof Platz a paytexta Swîsre Bernê çalakiyeke bêdeng pêk anîn.

BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de dirûşmên 'Kujer Erdogan', 'Faşîst Erdogan', 'Kujerê Zarokan Erdogan', 'Tirkiye fînanse dike, DAIŞ êrîş dike' hatin qîrîn.

VIYANA: Komkujiya li Dîlokê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi çalakiyeke bêdeng hat şermezarkirin.

ÎNNSBRUCK: Komkujî li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê jî hat şermezarkirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa 'Erdogan destekê dide, DAIŞ bombe dike' hat vekirin û ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, find hatin vêxistin.

OSLO: Di çalakiya li paytexta Norwec Osloyê de, tecrîda li ser Ocalan û komkujiya li Dîlokê hat şermezarkirin. Kurdistaniyan di vê çalakiyê de wêneyên mirovên di komkujiya li Dîlokê de hatin qetilkirin hildan.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, li ber avahiya şaredariyê find hatin vêxistin, wêneyên qurbaniyên komkujiya li Dîlokê hain hildan û dirûşma 'Kujer Erdogan' hat qîrîn.

STOCKHOLM: Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Kurdistanî û dostên wan êvarê li meydana Sergel a paytexta Swêd Stockholmê li hev civiyan û ji bo qurbaniyên komkujiya li Dîlokê find vêxistin. Qisekerên li vê çaakiyê gotin, berpirsyarê rastî yê komkujiya li Dîlokê Serokkomarê Tirk Erdogan û hikûmeta wî AKP ye. Her wiha ji Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê xwestin, Erdogan û hikûmeta AKP'ê tecrîd bikin.

GAVLE: Li bajarê Gavle yê herêma Dalarna ya Swêdê, danê êvarê xwepêşandanek hat lidarxistin û hem çeteyên DAIŞ'ê hem jî dewleta Tirk a piştgiriyê dide vê çeteyê hatin şermezarkirin.

DARMSTADT: Komkujiya li Dîlokê li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi xwepêşandanek li navenda bajêr hat şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên 'Terorîst Erdogan', 'Kujer Erdogan' hatin qîrîn.

LOHNE: Li bajarê Lohne yê Elmanyayê, bi pêşengiya jinan çalakiya şermezarkirinê pêk hat û hevkariya DAIŞ û AKP'ê hat protestokirin. Çalakgeran xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.

BREMEN: Di çalakiya li bajarê Bremen ê Elmanyayê de bal hat kişandin ser bêdengiya hikûmeta Elman û welatên Ewropayê û ji wan hat xwestin, ku bi vê bêdengiyê nebin hevparê komkujiyan.

HAMBURG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, girseya gel li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û dirûşma 'Kujer Erdogan' qîriya. Çalakgeran gotin, berpirsyarê yekane yê komkujiyê dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê ya bi pêşengiya Erdogan e.

DORTMÛND: Kurdistaniyên bi heman armancê li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li hev civiyan, dirûşmên 'Terorîst Erdogan', 'Dewleta kujer wê hesab bide', 'Bijî Serok Apo', 'Şehîd namirin' qîriyan.

BÎELEFELD: Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi pêşengiya NAV-DEM'ê çalakiyek hat lidarxistin û daxuyaniyek hat dayîn. Kurdistaniyan bi qîrîna dirûşmên 'Terorîst Erdogan', 'Kujerê zarokan Erdogan' dewleta Tirk şermezar kirin.

KOLN: Li bajarê Elmanya Kolnê, Kurdistaniyên li bajarên derdorê dijîn li ber HBF mîtîngek lidar xistin. Qisekerên vê mîtîngê ragihandin, ku berpirsyarê komkujiyê Erdogan e û bibîr xistin, ku dewleta Tirk ji aliyê leşkerî, lojîstîk û siyasî ve DAIŞ'ê diparêze. Di mîtîngê de li ser mijarê belavok hatin belavkirin. Girseya gel piştre heta Neumarktê meşiya.

DRESDEN: Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan ji Albertplatzê heta Alaûen Parkê meşiyan û komkujiya li Dîlokê şermezar kirin.

FREÎBÛRG: Li bajarê Freîbûrgê, li Rathaûsplatzê çaakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên komkujiyê hatin nîşandan û ji bo bîranîna qurbaniyan find hatin vêxistin. 

BONN: Kurdistanî bi heman armancê li bajarê Elmanya Bonnê, meşiyan. Di meşê de ku ji Farnkenbadê destpê kir, li ser mijarê belavok hatin belavkirin.

...