ROJANE
Hemû Nûçe
-
YPG’e, ji bo parastina nirxên gel li Hesekê ket dewrê
Ji Fermandarên YPG’ê Lewend Rojava têkîldarî şerê li Hesekê agahî da, diyar kir ku ji ber zîhniyeta faşîst yekperest a rejîma Baasê ev şera destpê kiriye. -
Asli Erdogan hate girtin
Endama Desteya Şêwîrmendiyê ya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê û ji nivîskarên wê Asli Erdogan hate girtin. -
Li Parîsê bi armanca protestokirina tecrîdê çalakiya dagirkirinê
Endamên Ciwanên Azad Parîs, bi armanca balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Fransa Parîsê Gare Nord dagir kirin. -
HDP: Divê ji Destûra 1921’ê sûd bê wergirtin
Wekîlên HDP’ê têkildarî xebatên destûra bingehîn daxuyaniyek dan. Di civîna Meclîsê de tevlîbûna berfireh û destûra demokratîk hate destnîşankirin. -
Li Danîmarka û Elmanyayê azadî ji Ocalan re hate xwestin
Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe didomînin. -
Parîs û Rennes wê ji bo Ocalan bimeşin
CDK-F ji bo meşa li Parîs û Rennesê ku wê sibehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga tevlîbûnek girseyî kir. -
Polîs ji bo ku 'mexdûr nebin' çeteyên DAIŞ'ê neşopandine
Li Dîlokê diyar bû ku polîsan çeteyên DAIŞ’ê tespît kirine lê ji bo ku 'mexdûr nebin' ew neşopandine. -
Ji bo azadiya Ocalan wê sibe li Hollandayê çalakî bê lidarxistin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê roja 20'ê Tebaxê meşeke navendî pêk were. -
Xebatkarên Ozgur Gundemê li ber avahiya xwe civîna rojevê lidar xistin
Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê yên hatin binçavkirin û piştre hatin berdan, li ber avahiya rojnameyê civîna nûçeyan lidar xistin. -
Asli Erdogan sewqî dozgeriyê hat kirin
Endama Desteya Şêwirmendiya Weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan, ku ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve li mala xwe hat binçavkirin, sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin. -
Li Rihayê bi dehan kes hatin binçavkirin, li Enqereyê 4 kes hatin girtin
Li Riha û Enqereyê herî kêm 29 kes hatin binçavkirin û 4 kes jî hatin girtin. -
Mafê hevdîtinê yê girtiyên siyasî tê astengkirin
Li gorî biryara nû ya Wezareta Edaletê ya Tirk, mafê hevdîtin û serdana vekirî ya girtiyên siyasî, ku mehê carekê bû, bû du mehan carekê. -
Ozgur Gundem bi manşeta 'BERXWEDAN DEWAM E' derket
Rojnameya Ozgur Gundemê ya ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat girtin, îro jî bi manşeta 'BERXWEDAN DEWAM E' gihîşt ber destê xwendevanên xwe. -
Saziyên çapemeniya Ewropayê nerazîbûn nîşanî girtina Ozgur Gundemê dan
Li ser biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê û êrîşa qirêj a polîsan a li hemberî xebatkarên rojnameyê, nerazîbûna li Ewropayê zêde dibe. -
Twîtterê 360 hezar hesab girt
Twîtterê ragihand, di çarçoveya 'têkoşîna li dijî terorê' de wan 360 hezar hesab girtine. Lê ev şîrket, tevî propaganda olî ya tund, her wiha hesabên mûxalîfên li gelek welatan jî digire. -
Çîroka berxwedaneke serî natewîne: Ozgur Gundem
Ozgur Gundem çîrokeke berxwedanê ye, ku di nava dîroka tarî ya 93 salan de bi ti awayî tawîz ji rastiyan neda, serî li ber serdestan netewand û 26 salan gihaşt ber destê xwendevanên xwe. -
Li Skoçya, Swîsre û Fransayê azadiya Ocalan hate xwestin
Kurdên li Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe didomînin. Di çalakiyan de ku li Skoçya, Swîsre û Fransayê hatin lidarxistin, dewleta Tirk hate protestokirin, hate xwestin ku tecrîd derhal bê rakirin. -
Rojnamevanan: Me dizanîbû wê berxwedan bi ser bikeve
22 rojnamegerên di serdegirtina rojnameya Ozgur Gundemê de bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hatin berdan. Aksoy ê li ber edliyeyê daxuyanî da, got; “Me baş dizanîbû ku wê berxwedana me bi ser bikeve.” -
Rojnamevanan, êşkenceya ku lê hatin kirin vegotin
Rojnamevanên ku piştî biryara girtina Ozgur Gundem a ku di 16’ê Tebaxê de û di serdegirtinê de hatin binçavkirin û li dozgeriyê îfade dan, êşkenceya ku lê hatin kirin vegotin. -
Îfadeyên rojnamevanan ên li dozgeriyê tên girtin
Îfadeyên dozgeriyê yên rojnamevanên ku di serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê de hatin binçavkirin, tên girtin. -
YPG’ê li Hesekê mudaxeleyî hêzên rejîmê kir
Şervanên YPG’ê li Hesekê mudaxeleyî hêzên rejîmê ya ku êrîşî bi sivîlan kir. Şer dewam dike. Şer niha li navenda bajêr û li Taxa Neşwa Xer bî dewam dike. -
Ji Forûma Sosyalîs a Cîhanê piştgirî dan azadiya Ocalan û xwerêveberiyê
16. Forûma Sosyalîst a Cîhanê ya Montreal hate lidarxistin. Di Forûmê de piştgiriya ji bo ‘Azadiya Ocalan’ û xwerêveberiya demokratîk derket pêş. -
Çalakî li gelemperiya Ewropayê belav dibin: Tecrîdê derhal rakin!
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berfireh dikin. -
Asli Erdogan a binçavkirî rakirin nexweşxaneyê
Endama Desteya Şêwirmendiyê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskara wê Asli Erdogan, ku piştî girtina Ozgur Gundemê ji aliyê polîsan ve li mala xwe hat binçavkirin, nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. -
NAV-DEM'ê ji bo meşên 20'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir
NAV-DEM'ê ji bo meşên 20'ê Tebaxê yên li Berlîn, Dusseldorf, Stûttgart, Frankfûrt û Hambûrgê li dijî tecrîdê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.