Efserê Tirk Tarik Solak yek ji fermandarên mûxalefeta Sûriyeyê ye
Derket holê, Tirkiyeyê efserên xwe weke fermandar li nava komên ji wan re 'mûxalefeta Sûriyeyê' tê gotin, bi cih kiriye. Li gorî belgeyekê, efserekî artêşa Tirk ji koma çekdar a 'mûxalefeta Sûriyeyê' re weke fermandar hatiye wezîfedarkirin.
SEYÎT EVRAN
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 28 gelawêjê 2016, 07:54
Dewleta Tirk li nava koma bi navê '2. Tumena Tirkmen a Peravê' efserekî xwe weke fermandar bi cih kir.
Li ser têkiliya dewleta Tirk a bi komên çekdar ên bi navê 'mûxalefeta Sûriyeyê' heta niha gelek agahî, belge û delîl derketin holê. Lê belê cara yekemîn belgeyek derket holê, ku nîşan dide; efserekî artêşa Tirk ji bo komeke çekdar a bi navê 'mûxalefeta Sûriyeyê' tevdigere, hatiye wezîfedarkirin.
Ev belge, belgeya '2. Tumena Peravê ya Tirkmenan e. Di vê belgeyê de qala mehên biharê dike, tê gotin "Di şerê rûmetê yê li bejahiya Latkiyeyê de, Fermandarê me yê 2. ê Tumena Peravê Riyad Karabacak jiyana xwe ji dest daye. Ji bo hilbijartina fermandarekî nû, weke Meclîsa 2. Tumena Peravê me biryar dan ku birayê me Tarik Solak weke fermandarê tumenê bê wezîfedarkirin."
Bi vê belgeyê ve derdikeve holê, bê çima Tirkiye di navê 'Artêşa Azad' de israr dike, komên bi navê El Nûsra, Ehrar El Şam, Feylak El Şam ên ser bi El Qaîdeyê di bin vî navî de dide şerkirin, ne tenê çek, cebilxane û lojîstîkê dide van çeteyan, di heman demê de hin payebilindên artêşê weke fermandar şandiye nava van koman.
TARIK SOLAK NIHA LI KU YE?
Şerê mehên biharê yê li çiyayê Tirkmen, demeke kurt piştî xistina balafira Rûsyayê sekinî. Piraniya şervanên Tumenên 1. û 2. xwe vekişandin Tirkiyeyê. Di nava komên çete de, ku di 24'ê Tebaxê de ji bo dagirkirinê ketin Cerablûsê, hêzên qaşo Tumenên 1. û 2. ên Peravê jî hene. Her wiha kesên weke Osman Salîh ku mîna efser Tarik Solak di nava van tumenan de ne, niha fermandariyê ji komên çete yên li Cerablûsê re dike. Tarik Solak niha naxuye. Nayê zanîn bê Solak niha li ku ye. Pirseke pêwîstiya xwe bi bersivê heye, ku Tarik Solak di nava komên ji Cerablûsê re hatiye şandin de heye yan na.
LI SED ŞEHABA'YÊ DU AJANÊN MÎT'Ê
Beriya niha gelek nûçe hatibûn weşandin û nîşan didan ku gelek payebilindên artêşa Tirk di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de fermandariyê ji komên çekdar ên li Heleb, Îdlib û herêma Şehbayê re dikin. Di sala 2013'an de, di şerê ji ber êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî gundên Kurdan ên li herêma Şehbayê de, hêzên El Ekrad ragihandibû ku 2 ajanên MÎT'ê li gundê Sed Şehabayê hatine kuştin. Ev belgeya bi dest ket, nîşan dide ku agahiyên di vî warî de bi tenê gotin nîne, di pratîkê de bersiva xwe hene.