KCDK-E: 3’yê Îlonê bi ruhê seferberiyê em li Kolnê bigihin hev
Kongreya Civika Demekokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) têkildarî ‘’Festîvala Demokrasî û Azadiya Bawerî û Gelan’’ ku di 3’yê Îlonê wê li Kolnê were lidarxistin daxuyaniyek da.
Kongreya Civika Demekokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) têkildarî ‘’Festîvala Demokrasî û Azadiya Bawerî û Gelan’’ ku di 3’yê Îlonê wê li Kolnê were lidarxistin daxuyaniyek da.
KCDK-E ji bo festîvala ku 3’yê Îlonê li Kolnê wê pêk were, banga tevlêbûnê kir.
Kongreya Civika Demekokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) têkildarî ‘’Festîvala Demokrasî û Azadiya Bawerî û Gelan’’ ku di 3’yê Îlonê wê li Kolnê were lidarxistin daxuyaniyek da.
Kongreya Civika Demekokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) têkildarî ‘’Festîvala Demokrasî û Azadiya Bawerî û Gelan’’ ku di 3’yê Îlonê wê li Kolnê were lidarxistin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, ‘’Hikûmeta Elman ku çalakî û festîvalên Kurdan û demokratan dike qurbanî berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re, ji bo istîxbarata Tirk şandina 600 hezar sîxur, 1500 hêmanên xwe wê çi bibêje? Em pê dizanin ku ev 750 sîxûrên MÎT’ê û hêmanên wan nehatine ku kulîlkan bidin sazî û şexsiyetên li Elmanyayê. Em pê dizanin ku armanca van revdeyên dirinde û hov ew e ku di serî de Kurd, Elewî û şoreşgerên Tirkiyê û muxalîfan beralî bikin hatine ku provakasyonan bikin. Di serî de saziyên Kurd, sazî û kesayetên demorat li gel ku bi rêya çapemeniyê, rasterast û an jî ne rasterast têkildarî xebatên îstîxbaratî yên TC’ê agahî dane saziyên têkildar jî, hikûmeta Elman tevdîrek negirtiye û bi vê nêzîkatiya xwe ya dawî zemînê ji îstîxbaratê û provakatoran re çêdike.’’
‘EM Ê LI DIJÎ ŞER Û MÊTINGERIYÊ PEYAMAN BIDIN’
Di daxûyaniyê de hate gotin:
‘’Di Festîvala Azadî û Demokrasiya Gelan a 3’yê Îlonê de ku Yekîtiya Hêzê ya ABDEM û HDK-A û komên çepgir ên Elman organîze dikin û Tevgera Hezîranê û AABF’ê destekê didin, ji bo ku ji şer, mêtingerî, polîtîkayên nîjatperest-înkarkir re, ji qirkirinê re bibêje na û biratiya gelan zexm bike; em weke Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Ermenî, Rûm, Ereb, Asûrî, Sûryanî, Elman, Elewî, Sinnî, Xiristiyan, Êzîdî û ji netewe, bwerî û gelên cihê û bi Elmanên dost û hêzên sosyalîst ji bo peyameke hevpar bidin em têne cem hev. Rejîma faşîst a AKP’ê û Erdoganê dîktator darbeya leşkerî ya tepeserkirî dike hêncet hemû azadî, derbirîna ramanê, xwederbirindina bawerî û nasnameyên cihê dixe bin zextê û Rewşa Awarte welêt bi rê ve dibe. Ji bo ku dîktatoriya yek zilamî gav bi gava pêk bîne, bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de welêt bi rê ve dibe. Rojname têne qedexekirin û xebatkarên wan têne girtin. Herî dawî rojnemya Gundemê hate girtin, nivîskarên wê hatin girtin, akademîsyen, hiqûqnas, rewşenbîr, siyasetmedar bêyî ku sedem were nîşandan hatin girtin, rêxistinbûn, derbirîn ramanê, xwepêşandan, civîn, heqê grêvê yê karkirinan li kêfa zilêm dinere.’’
‘TECRÎD ÊDÎ FIKAR JÎ BIHURANDIN!’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkîldarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikarên pir cîdî hene, wiha dewam kir: “Wek çawa li ser Birêz Ocalan di nav îzolasyonê de îzolasyon pêk tê, têkîldarî tenduristî û ewlehiya wî jî êdî rewşeke ku fikaran jî dibihure heye.”
Di daxuyaniyê de ku li ser êrîşên qirker ên li Bakurê Kurdistanê û dagirkirina Cerablûsê jî hate rawestandin, êrîşên li ser Elewî û çep, sosyalîstan jî hate destnîşankirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Elmanya jî dewleta Tirk a ku mafên demokratîk û azadiyan tine dihesibîne, polîtîkayên zilmê pêk tîne destek dike, li hember girtina siyasetmedarên Kurd û şoreşger ên li Elmanyayê jî nerazîbûn hate nîşandan.
‘WÊ ERDOGAN TÊK BIÇE’
KCDK-E, di daxuyaniyê de peyam da ku “Tayyîp Erdogan ê dîktator û dewleta Tirk a faşîst wê di vî şerê qirêj de ku li dijî gel û baweriyên Mezopotamya, Anatolya û Rojhilata Navîn daye destpêkirin, têk biçe. Li hember têkoşîna me ya hevpar wê emrê wê ne dirêj be. Em wek Kurdistanî û Tirkiyeyên li Ewropayê, em ê berxwedana hevpar a gelan mezin bikin û nîzama faşîst bavêjin ser sergoyê dîrokê”, û ev hatin gotin;
‘EM VEGUHERÎNIN SERHILDANÊ’
“Di serî de Navendên me yên Civaka Demokratîk, pêwîst e rêveberên me her kesî bi ruhê seferbertî tevlî aktîvîteya hevpar a gelan ku wê 3’yê Îlonê li Kolnê were lidarxistin bike. Banga me ji bo gelê Kurd ew e; em 3’yê Îlonê biherikin qadan û wê rojê veguherînin serhildanê.
3’yê Îlonê, jin-mêr, pîr-ciwan, xwecihî-biyanî, ji bo em di her zimanî de stranan bêjin, horonê bilîzîn, govendê bigerînin, hêviyên azadiyê mezin bikin, ji bo xwişk û biratiya gelan mezin bikin, daxwazên xwe hê xurttir qîr bikin, em li Kolnê dicivin. Em bang li her kesên ku alîgirên demokrasî û aştiyê ne, dixwazin piştevanî, xwişktî û biratiya gelan xurt bikin, li dijî şer, mêtingerî, nîjadperestiyê ne dikin ku tevlî Festîvala Gelan a li Kolnê bibin.”
Wê navnîşana Festîvalê, 'Deutzer Werft, 50679 Koln' be.