Li Îzmîrê ev 5 roj in nahêlin ku sosyalîst parêzerên xwe bibînin

Endamên ESP’ê, SGD’ê yên ku li Îzmîrê 23’ê Tebaxê bi serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hê jî di bin çav de ne û nahêlin ku bi parezerên xwe re hevdîtinê bikin.

Hinceta ku nahêlin sosyalîst parêzerên xwe bibînin jî biryarnameya Rewşa Awarte ye.

Di serdegirtina malan de Seroka Bajêr a ESP’ê Ezgî Bahçecî û endamên ESP’ê û SGD’ê Levent Akhan, Mehmet Polat, Ozan Ozgenler û Ender Gurboga û Seyît Çakmak hatibûn binçavkirin. Polîs deriyê avahiya bajêr a ESP’ê û ya navçeyê şikandibûn, li ser textê nivîsê sê heyv çêkiribûn û gotin, 'Em hatin lê hûn ne li vir bûn'.

Ji hêla din ve jî şevê din Hevserokê SGDF’ê yê Oguz Yuzgeç ku li Alîagayê hat binçavkirin û endamên SGDF’ê Okan Danaci, Ozancan Sari, Gozde Sîvasoglu, Uslaş Alankuş û Zafer Aydin, Ahmet Sari û Îbrahîm Avcîl birin Midûrîyeta Emniyetê ya Balikesîrê. Ciwan hê di bin çav de ne û nahêlin parêzerên xwe bibînin.