Şehîdên Rojava Herekol û Koçer li Goteborgê hatin bîranîn

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Polat Herekol (Mîhdî Şakir Ebdî) û Amara Koçer, ku çend roj berê li Minbicê şehîd ket, li bajarê Goteborg ê Swêdê hatin bîranîn.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Polat Herekol (Mîhdî Şakir Ebdî) ê 27'ê Tîrmehê di êrîşa terorê ya li Qamişlo de şehîd ket û Amara Koçer, ku çend roj berê li Minbicê şehîd ket, li bajarê Goteborg ê Swêdê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê pêk hat. Xwişk û birayê Herekol Mîdya Abda û Fevzî Mehdî di merasîmê d bîranînên xwe ji beşdaran re gotin û piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna 30 salan a Herekol hat nîşandan.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê Alî Agirî li vir axivî û bibîr xist, ku Amara Koçer ji Şengalê heta Minbicê li gelek cihan li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi lehengî têkoşiya. Agirî destnîşan kir, ku gelê Kurd wê fedekariyên Amara Koçer ji bîr neke û hîn bêhtir xwedî li têkoşîna azadiyê ya Koçer û şehîdên xwe derkeve.

Bîranîna ku bi qasî 200 kes lê amade bûn, bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Şehîd" qediya.

...