Di roja 6. a binçavkirinê de hevdîtina bi parêzeran re pêk hat
Di roja 6. de endamên ESP’ê û SGD’ê ku 23’yê Tebaxê hatibûn binçavkirin bi parêzerên xwe re hev dîtin.
Di roja 6. de endamên ESP’ê û SGD’ê ku 23’yê Tebaxê hatibûn binçavkirin bi parêzerên xwe re hev dîtin.
Seroka Bajêr a ESP’ê Ezgî Bahçecî li nezaretxaneya Basmame ya Qereqola TEM’ê tê girin û endamê ESP’ê, SGD’ê Levent Akhan, Mehmet Polat, Ozan Ozgenler û Ender Gurboga û Seyît Çakmak jî li Midûriyeta Emniyeta Navçeya Karşiyakayê têne girtin.
Parêzer Kamî Agaoglu ku bi miwekîlê xwe Ezgî Bahçecî re îro hevdîtin pêk anî, ku ev şeş roj bûn di bin çav de bûn, diyar kir, miwekîla wî ji ber ku tevlî daxuyaniyên ESP’ê, SKM’ê, SGDF’yê bûye, bi ‘’endamê rêxistinê’ tê tawanbarkirin. Agaoglu diyar kir, miwekila wî ev 5 roj bûn di grêva birçîbûnê de ye û got, ‘’hinekî ji hal de ketî bû lê rewşa wê baş bû.’’
Imdat Ataş ku li Midûrîyeta Emniyetê ya Navçeya Karşiyakayê bi miwekîlên xwe re axivî, diyar kir ku ew li bendê ne sibehî wan bişînin edliyeyê.
23’yê Tebaxê polîsan deriyê avahiya bajêr a ESP’ê û ya navçeyê şikandibûn, li ser textê nivîsê sê heyv çêkiribûn û gotin, 'Em hatin lê hûn ne li vir bûn'.
9 SOSYALÎST LI EMNIYETA BALIKESÎRÊ TÊNE GIRTIN
Ji hêla din ve jî şevê din Hevserokê SGDF’ê yê Oguz Yuzgeç ku li Alîagayê hat binçavkirin û endamên SGDF’ê Okan Danaci, Ozancan Sari, Gozde Sîvasoglu, Uslaş Alankuş û Zafer Aydin, Ahmet Sari û Îbrahîm Avcîl birin Midûrîyeta Emniyetê ya Balikesîrê. Ciwan hê di bin çav de ne û nahêlin parêzerên xwe bibînin.