Li Kopenhag, Basel û Hagen ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li Paytext Kopenhag a Danîmark, bajarê Hagen a Elmanya û bajarê Basel a Swîsreyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

KOPENHAG
Li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê festîvala Çandhavn a Kobenhavi a ku 3 rojan ji aliyê şeredariyê ve hate organîzekirin, di festîala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk koma govendê Koma Zerdeş derket ser dike. Kurdistaniyên ku beşdarî festîvalê bûn 3 rojan belavokên ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman belav kirin.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê Meclîsa Jinan a Ronahî bi mebesta agahî negirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna tecrîda li ser Ocalan li Ckaraokatz çalakiya protestoyî lidar xistin. Jinên ku beşdarî çalakiyê bibûn wêneyên Oclana hilgiritin û dirûşmên mîna “Azadiya Rêbertiya Me Azadiya Me Ye”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” qîr kirin. Di çalakiyê de helbest hatin xwedin şanoyekî bêdengiya Ewropa ya li hember bûyeran tîne ziman hate pêşkêşkirin. Belavokên ku bi Elmanî hatin amadekirin hatin belavkirin.
HAGEN
Li bajarê Hagen ê Elmanayayê bi armanca protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina çeteyên dewleta Tirk a li ser Rojava çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de tim dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Kujer Erdogan” hatin qîrkirin.