Tirkiye di ber Qirkirina Ermenan de şantaja Încîrlikê dike

Piştî krîza penaberan têkiliyên qirêjî yên hikûmetên Tirk û Elman ku ji rojevê nakevin, di ber Bargeha Încîrlîkê de li ser pêşnûmeya Qirkirin Ermenan bazar didomin.

2’ê  Hezîranê piştî ku li Meclîsa Federal a Elmanyayê pêşnûmeya li ser naskirina Qirkirinê hatibû qebûlkirin hikûmeta AKP’ê qedexe anî bû ser wekîlên Elman ku biçin seriyekî bidine Bargeha Încîrlikê.

Tê gotin hikûmeta AKP’ê bi rêya Wezareta Karên Derve, li ser biryara meclîsê ya naskirina Qirkirina Ermenan,  bi hikûmeta Angela Merkel re bazaran dike da ku hinekî ‘xwe jê dûr bixîne.’

Li gorî kovara Der Spîegelê ku xwe spartiya rayedarên Wezareta Karên Derve, dîplomatên Tirk dixwazin Angela Merkel an jî Wezîrê Karê Derve Frank-Walter Steînmeîr di vê der barê de daxuyaniyekê bide.

Tê îdîakirin ku Wezareta Karên Derve ya Tirk bi vî rengî şantajê dike, rayedarên hikûmeta Elman daxuyaniyê bidin û bêjin terma 'qirkirinê ne hiqûqî' ye.