Tûncel: Dagirkirina Cerablûsê wê çareseriyê bêhtir bixitimîne

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel diyar kir, dagirkirina Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve, wê çareseriyê bêhtir bixitimîne. Tûncel hikûmeta AKP'ê hişyar kir û got, "derhal dest ji vê helweste xetere berde."

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel da xuyakirin, ku operasyona hikûmeta AKP'ê ya li Cerablûsê, dagirkerî ye û got, "AKP'ê parlament tevizand û bêyî ji gel bipirse li ser navê gel axa welatekî din dagir kir. Çawa ku dewleat Tirk qebûl nake hêzeke din bê li Tirkiyeyê bi cih bibe, ev dagirkeriya wê jî di vê li qada navneteweyî qebûl nebe."

'HEDEFA SEREKE KURD IN'

Tûncel diyar kir, hedefa sereke ya dagirkirina Cerablûsê ne DAIŞ e, lê Kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Tûncel ragihand, Tirkiye ji destketiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li hemberî DAIŞ'ê aciz e û hewl dide pêşî li vê serketinê bigire. Sebahat Tûncel anî ziman, AKP dixwaze li wê derê herêmek tampon ava bike û pêşî li pêşveçûnê bigire.

Tûncel got, "Ev yek pirsgirêkeke mezin e" û wiha dewam kir: "Tirkiye bi dagirkirina Cerablûsê re çareseriyê bêhtir dixitimîne. Bi şer bersivê dide rêveberiya demokratîk a yekbûna kantonan. Firsend di destê dewleta Tirk de hebû ku Kurdan ne weke dijmin, lê weke dost bibîne û li Sûriyeyê çareseriyeke demokratîk rê li ber çareseriyeke demokratîk veke û li Tirkiyeyê jî şerê heyî biqedîne. Lê belê ev firsend red kir."

TIRKIYEYÊ NEÇARESERÎ DERXIST PÊŞ Û DEST BI PÊNGAVA CERABLÛSÊ KIR

Tûncel deklarasyona dawî ya KCK'ê ya ji bo çareseriyê bibîr xist û destnîşan kir, ku ji nedîtî hatine vê deklarasyonê şaşitiyeke mezin e. Tûncel got, "AKP'ê li şûna ku ji bo aştiyê gavê bavêje, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan rake û şert û mercên diyalog û muzakereyê veke, dest bi pêngava Cerablûsê kir, ku ev yek çareseriyê bêhtir dixitimîne." 

Tûncel destnîşan kir, ku ji vê pêngavê wê encameke baş dernekeve got, "Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi rengekî vekirî dibêjin, eger êrîş li hemberî herêmên wan bên kirin, ew ê li ber xwe bidin. Ev yek jî wê şerê Kurd-Tirkan bigihîne qonaxeke nû."

Tûncel banga "hê dereng nebûye, lewma dest ji vê helwesta xetere berde" li AKP'ê kir.