Li Emmerîch meşa ji bo piştgirîkirina çalakiya li Strasboûrgê
Ji Emmerîch heta Klevyê li dijî tecerîd li ser Ocalan meş tên lidar xistin. Di meşê de piştgîr dan çalakiya li Strasboûrgê.
Ji Emmerîch heta Klevyê li dijî tecerîd li ser Ocalan meş tên lidar xistin. Di meşê de piştgîr dan çalakiya li Strasboûrgê.
Bi armanca piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku li Strasboûrgê li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê heta Kleve meşek hate lidarxistin.
Di meşa ku ji aliyê Meclîsa Gel a Dûîsbûrg ve hate lidarxistin, ji bajarên cuda bi sedan Kurdistanî deşdar bûn.
‘EM VÊ BÊCIDÎBÛNÊ QEBÛL NAKIN’
Li ser navê Meclîsa Gel a Dûîsbûgê Mûsûr Aslan têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da û wiha got: “Ev nêzî salek û nîve gelê Kurd ji Rêber Apo ti agahî negirtine. Dewleta AKP’ê ji dû aliyan ve êşkenceyê pêk tîne. Ji aliyekê ve hemû mafê Rêbertiya me hatine xespkirin, di heman demê de hemû mafên hiqûqî yên Navneteweyî û hiqûqa xwe jî bêbandor dike. Em weke Kurd vê bêmafiyê qebûl nakin; ti kes bi awayekî bê cidî nêzîkî Rêberê bi milyonan mirovan nabe. Ev di heman demê de tê wateya bêrêzî li hember vîna hemû Kurdan e. Em weke Kurd heta ku Rêbertiya xwe azad nekin wê çalakiyên me berdewam bikin.”
Di meşê de rizgarkirina Minbicê jî hate silavkirin, dagirkirina dewleta Tirk ya Cerablûsê jî hate protestokirin.
Tê payîn ku meşa li ser rêya Elmanya-Hollanda dewam dike di saetên pêş de wê bi dawî bibe.