Li Parîsê bi hezaran kesî tecrîd protesto kirin

Li paytext Parîs a Fransayê bi hezaran kes hatin cem hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan protesto kirin.

Bi hezaran kes, li ser banga Konseya Kurd a Demokratîka ya Faransa (CDK-E) di saet 16:00’an de li Qada Bastîlle kom bûn. Di meşa ku piranî Kurdistanî, çep, sosyalîs û tevgerên şoreşger beşdar bibûn, pankarta “Ji Ocalan Re Azadî” vekirin.

Girseyê wêneyên Ocalan hilgirtin, dirûşmên mîna “Ji Ocalan re azadî” û “Kujer Erdogan” qîrkirin, her wiha belavok jî hatin belavkirin.

Meşê li qada Natîon vegeriya mîtîngê. Di mîtîngê de li ser navê CDK-f,ACTÎT, ATÎK, Kizilbayrak, Mala Elbîstan a Bazarcik, OCAK, CÎK,FEDA, HKD-F, ADHK-Parîs peyamekî hevpara hate dayîn.

Di peyamê de hat ziman ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd, demokratîk û beşên şoreşger pêk hatiye, her wiha bal kişand ser girtina Ozgur Gundem, girtina rojnamevana nûqteya dawî ya faşîzmê ye. Peyamên li dijî faşîzmê têkoşînê bilind bikin û bi hev re ser bikevin dan.

Hat diyarkirin ku divê parêzer û malbat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hemû girtiyên siyasî re hevdîtin pêk werin.

Meşa ku nêzî 2 saetan dewam kir bi mîtîngekê bi dawî bû.

...